Li ser berxwedana şervanên QSD’ê û şêniyên Serêkaniyê straneke nû

Bi strana ‘Ax Serêkaniyê’ hunermend Mihemed Şêxmûs balê dikişîne ser Berxwedana Rûmetê û ya şêniyên Serêkaniyê di kampan de û azarên wan ên dûrî warên wan.

Li ser berxwedana şervanên QSD’ê û şêniyên Serêkaniyê straneke nû
Li ser berxwedana şervanên QSD’ê û şêniyên Serêkaniyê straneke nû
Li ser berxwedana şervanên QSD’ê û şêniyên Serêkaniyê straneke nû
17 kanûn, 2019   12:57
HESEKÊ-OLVA HAC MINSOR

Hunermendê ji navçeya Dirbêsiyê Mihemed Şêxmûs straneke nû bi navê ‘Ax Serêkaniyê’ derxist ku berxwedana şênî û şervanên QSD’ê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker disepîne.

Bi piştgiriya Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê hunermend Mihemed Şêxmûs stranek bi armanca balkişandina ser Berxwedana Rûmetê û berxwedana şêniyên Serêkaniyê û azarên wan ên derxistina bizorê ji malên xwe, çêkir.

Gotinên stranê ji hêla helbestvan Feysel Oskan ve hatin nivîsandin û li studyoya Navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê hate qeydkirin.

Mihemed Şêxmûs ji ajansa me ANHA’yê re wiha diyar kir: "Armanc ji vê stranê, çavdêriya li ser azarên şêniyên Serêkaniyê ye ku bi zorê ji mal û bajarên xwe koçber bûne. Her wiha jî da ku berxwedana leheng a ku şervanên QSD’ê pêk aniye, pêşkêş bikin."

Şêxmûs wiha anî ziman: "Her yek ji me rêbazeke xwe ya şerkirina li dijî dagirkeriyê heye. Ez wek hunermend bi stranên xwe şerê dagirkeriyê dikim û dê bi stranên xwe êşên gel ji raya giştî re eşkere bikim."

Hunermend Mihemed Şêxmûs bang li tevahî hunermendên Kurd kir ku bi erkên xwe yên şoreşê rabin ku piştigirî û piştevaniyê bidin gel ku li dijî faşîzma dewleta Tirk disekine û wiha got: "Heke çek, pênûs, awaz û peyv bi hev re hatin û li hev civîn, dê bibe hêzeke mezin li hember Erdogan û derdora wî û dê wan dernexûn bikin."

Dê klîba stranê di demeke nêz de were weşandin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UGb5YW_nzFc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>