350 koçber vegerîn Rojava

350 kesên ku li kampa Berdereş a li Başûrê Kudistanê diman, di dergeha Sêmalka re vegerîn Rojava.

350 koçber vegerîn Rojava
350 koçber vegerîn Rojava
17 kanûn, 2019   12:33
QAMIŞLO

Rêveberiya herêma Başûrê Kurdistanê, ji bo şêniyên ku ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên DAIŞ û El-Nusra li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi darê zorê ji malên xwe derketine, kampa Berdereş vekir.

Hejmarek ji şêniyên herêmê berê xwe da Başûrê Kurdistanê û li kampê bi cih bûn.

Duh, beşek ji şêniyên ku li kampê diman, di dergeha Sêmalka ya sînorî re vegeriyan Rojava.

Li gorî agahiyên ku rêveberiya dergehê dane, hejmara kesên ku ji kampa Berdereşê hatine, gihîşt 350 kesan.

(cx)

ANHA