Li ser keviyên Çema Firatê...berhema zeytûnê ya îsal kêm bû

Cotkarên zeytûnan ên herêmên Minbic û Kobanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êdî ber bi dawîbûna berhevkirina mewsima zeytûnan kirin û dane zanîn ku berhema îsal kêm e.

Li ser keviyên Çema Firatê...berhema zeytûnê ya îsal kêm bû
Li ser keviyên Çema Firatê...berhema zeytûnê ya îsal kêm bû
Li ser keviyên Çema Firatê...berhema zeytûnê ya îsal kêm bû
Li ser keviyên Çema Firatê...berhema zeytûnê ya îsal kêm bû
Li ser keviyên Çema Firatê...berhema zeytûnê ya îsal kêm bû
Li ser keviyên Çema Firatê...berhema zeytûnê ya îsal kêm bû
Li ser keviyên Çema Firatê...berhema zeytûnê ya îsal kêm bû
15 kanûn, 2019   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN-HÊZA HESEN-ŞERÎF EL-ABO

Çandina darên zeytûnê li herêmên cud ên Sûriyê belav dibe. Lê belê bi taybet li herêmên bakur û rojava û hin herêmên başur belav dibin. Herêma Efrînê ji navdartirîn herêmên ku darên zeytûnê lê belav dibe.

Li Minbic û Kobanê jî bi awayekî pir çandina darên zeytûnê belav dibin. Ji ber ku rewşên guncaw a çandina vê darê lê peyda dibin ku berhemeke baş bide.

Cotkarên van her du herêman ji beriya meh û nîvekê dest bi çinîna berhema zeytûnan a îsal kir ku eşkere kêm bûye. Berhema kêmbûna îsal vedigere li gelek sedeman. Jê jî girêdayî xwezaya darê bi xwe ye ku dara zeytûnê salekê berhemê  dide û salekê nade. Ev bûyer bi salekê berhem û salekê neberhem tê binavkirin.

Li aliyekî din jî sedemên dîtir ên kêmbûna berhemê hene ku baldariya li ser darê ji avdan, cot, qutkirin û ji wê jî zêdetir reşandina derman û semadên guncaw ên piştgiriya darê, ne.

Endamê Saziya Çandiniyê ya bajarê Minbic û Gundewarên wê Xalid Oso wiha got: "Dara zeytûnê zêdetirî 250 hezar kulîlk di salê de digire. Ev jî gelek hêmanên xwarin û nirxên şînkayiyê dixwaze."

Xelîl Şêx ji cotkarên zeytûnê ji gundê Korbînkar ê başurê bajarê Kobanê ye wiha got: "Berhema zeytûnê ya îsal pir kêm bû. Tevî wê jî bihaya zeytê kêm bû. Lê kirêyên çinîn, guvaştinê û cotkariyê bilind bûn.

Xelîl Şêx anî ziman ku 3 hezar darên zeytûnê li gund hene û piştrast kir herhema wê li gor sala derbasbûyî kêm bû.

Girêdayî mijarê çavdêriya guvaştgeha Silêman a Kobanê Mistefa Mihemed da zanîn ku rêjeya berhemê ya îsal kêm bû.

Li Minbic, rûbera zeviyên ku darên zeytûnê yên lê hatine çandin ku Saziya Çandiniyê ruxsetkirin nêzî 672 hêktar in.

Li Minbicê 15 guvaştgehên berhema zeytûnê û li Kobanê jî 3’ê hene.

Bihaya kîloyeke zeytûnê ya sala borî bi 250 lîreya Sûriyê û heta 300 lîre derbas kir. Lê îsal biha bi 250 lîreya Sûriyê bû, heta ku gihişt 600 lîreya Sûriyê.

Her tenekeke zeyta zeytûnê bi 17 hezar lîreya Sûriyê ye ku weke sala borî bû.

Cotkar li ser vê yekê gilî dikin. Her wiha jî kirêyên karker, guvaştgeh û lêçûn ên îsal li gor rewşên debarê bi bihabûna bodcekirina dolar li hember lîreya Sûriyê, bilind bûn. Lê bihaya zeyta zeytûnê wek berê ma.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XSNUGbtk1nM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>