‘Eger em li dijî dijminê hov nesekinin, wê komkujî berdewam bikin’

Birîndarên şer bang li gelên herêmê kirin ku li dijî êrişên qirkirina gelên herêmê bisekinin.

‘Eger em li dijî dijminê hov nesekinin, wê komkujî berdewam bikin’
13 kanûn, 2019   08:03
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Ji ber êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi sed hezaran ji herêmên nêzî sînorê Sûriyê-Tirkiyê koçber bûn. Koçberan berê xwe dan herêmên ewle. Çeteyên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dikin, mal û milkên şêniyan wêran dikin û li ser sivîlên herêmê komkujiyan pêk tînin. Li ser vî esasî rewşenbîr, birîndarên şer, malbatên şehîdên li Rojava şehîd bûne û siyasetmedar piştgiriya xwe ji QSD`ê, YPG û YPJ`ê re piştrast dikin.

Di vê derbarê de nûçegihanê ajansa me hevdîtin bi şervanên ku di encama şerê li dijî êrişên artêşa Tirk, Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê birîndar bûne, çêkirin.

Agirî Rojava êrişên artêşa Tirk şermezar kir û wiha got: “Em êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkujiyên çeteyên artêşa Tirk pêk tînîn şermezar dikin. Em wekî birîndarên şerê li Rojava qewimî, em ê piştgiriya QSD, YPG û YPJ`ê heta dawiya temenê xwe bikin.”

Agirî Rojava piştrast kir ku li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi saya şehîdan hatiye bidestxistin, berxwedan berdewam e.

Şervana bi navê Nûjiyan Amed bal kişand ser êrişên artêşa Tirk û çeteyên xwe li ser xaka Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin û wiha axivî: “Ev êriş qirkirina gelên li herêmê bi Kurd, Ereb û Suryanên xwe dike aramanc.”

Nûjiyan diyar kir ku êrişên artêşa Tirk ne tenê gelê Kurd dikin aramanc, dagirkerî  hemû gelên li herêmê dike armanc, ji ber ew jiyana hevbeş û demokrat napejirînin.

Nûjiyan Amed di dawiya axaftina xwe de got: “Em ê heta serkeftinê piştgiriya YPG, YPJ û QSD`ê bikin.”

Şervanê bi navê Cesûr Koçber axivî û got: “Li Rojava pergaleke demokratîk hate avakirin û devera ku demokratî lê misoger be. Dijmin li dijî pergala demokratik in. Ji ber vê yekê dewletên sermeyadar hewla têkbirina dewletên demokratîxwaz dikin. Ji ber bandore li siyaseta dewletan dike, mînaka vê yekê jî êrişên artêşa Tirk li ser bajarê Kobanê dema çete bi rêya sînor derbasî bajêr kirin. Herî dawî jî êrişên li ser Serêkaniyê û Girê Spî, paşê çete li dijî sivîlan binpêkirinan pêk tînin.”

Koçber wiha got: “Êrişên artêşa Tirk li se xaka me berdewam in, em jî di berxwedan û têkoşîna xwe de berdewam in. Em ê her şopdarên rêya şehîdan bin û ji Kurdên li her 4 parçeyên Kurdistanê re dibêjin, li dijî dijminê hov serî hildin. Ji ber niha li dijî dijmin şer nekin wê komkujî berdewam be.”

Koçber di dawiya axaftina xwe de bang li gel ku piştgiriya QSD, YPG û YPJ bikin û dê serkeftin para Kurdan û QSD`ê be.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4W4KUqB0WP0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>