‘Herêm bûne herêmên talanê’

Şênî dixwazin li malên xwe vegerin, lê artêşa Tirk û çeteyên wê yên ‘Artêşa Wetenî ya Sûriyê’ nahêlin derbasî warên xwe bibin. Şênî dibêjin “Dema Erdogan êriş kir, bi îdiayên avakirina "herêma ewle" êriş kir, lê di rastiya xwe de herêm bûne herêmên talanê.”

‘Herêm bûne herêmên talanê’
‘Herêm bûne herêmên talanê’
‘Herêm bûne herêmên talanê’
‘Herêm bûne herêmên talanê’
‘Herêm bûne herêmên talanê’
13 kanûn, 2019   07:50
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê, bi sed hezaran şêniyên herêmên nêzî sînorê Sûriye-Tirkiyê berê xwe da herêmên ewle yên ku QSD parastina wan dike. Di vê derbarê de Rêveberiya Xweser zêdetirî 64 dibistanên li bajarê Hesekê ji koçberan re veqetandin, her wiha kampa Waşokanî ku 12 km dikeve rojavayê bajarê Hesekê, vekirin.

Tevî êrişên artêşa Tirk lê gelek koçber dixwazin li malên xwe vegerin, lê belê çeteyên desteka xwe ji dewleta Tirk werdigirin, rê nadin wan.

Gundê Menacîrê dikeve başûrê Serêkaniyê.  Xedîcê El-Elî koçbera ji gundê Menacîr e. Xedîce der barê binpêkirinên çeteyên dagirkeriya artêşa Tirk li ser gundên wan, trajediya di kampên koçberan re pê re rû bi rû dimînin, ji ajansa me re parve kir.

Xedîcê got: “Ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên bi navê Artêşa Wetenî ya Sûriyê û bikaranîna çekên qedexekirî li dijî sivîlan, ji gundên xwe derketin.”

XWEST LI WARÊ XWE VEGERE LÊ NEHIŞTIN

Wekî gelek koçberan xwest li warê xwe yê ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagirkirine vegere, lê kesên ji gund derketine talaniya gund ji wan re ragihandin.

Xedîcê niha li kampa Waşokanî dimîne, dema xwest li gundê xwe vegere artêşa Tirk û çeteyên xwe li têketina gund jê re gotin, ji ber herêm leşkerî ye, nabe tu derbas bibî.

Xedîcê got: “Ez bi hin kesên ji gund derketine re axivîm û ji min re gotin, çeteyan mala te vala kirine û her tişt dizîne, heta tiştên ku nedizîne jî yan şewitandine û yan jî şikandine û dîwarên malan xerabkirine.”

Xedîcê diyar kir ku cîranan ji min re gotine, çete nahêlin tu derbasî mala xwe bibî, dibe ku te û zarokên te jî bigirin, ji ber vê yekê xedîcê yekser li kampê vegeriyaye.

MALA WÊ WÊRAN KIRIN, EW JÎ DAXWAZA DERXISTINA ÇETEYAN DIKE

Xedîcê got: “Ez û her şeş kulfetên xwe li kampa Waşokanî dimînin, ji ber ku çeteyan mala me wêran kir. Kel û pelên debarê kêm in û pêwîstiya me bi sotemeniyê û alavên germkirinê heye.”

Xedîcê wekî bi hezaran koçberan hêviya derxistina çeteyan û vegera li mala xwe dike û wiha daxwaz dike. “Em bang li dewletên cîhanê dikin ku çeteyan ji gundên me derxin û em li malên xwe vegerin, dema Erdogan êrişî gundên me kir. Erdogan got wê "herêma ewle"bide avakirin, lê di rastiya xwe herêma wêrankirin û talankirinê ye.”

Tê zanîn ku kampa Waşokanî pêwîstiya xwe bi xizmetê heye û rêxistinên mirovî alîkariyê nakin, ji ber vê yekê barê koçberan dikeve ser milê Rêveberiya Xweser û Heyva Sor a Kurd.

(eh)

ANHA