​​​​​​​Kurd banga yekîtiyê li partiyan dikin

Kurdên li bajarê Hesekê bang li partiyên kurdî  kirin ku li hemberî xeteriyên ku hebûna kurdan dikin hedef, yekîtiya xwe ava bikin.

​​​​​​​Kurd banga yekîtiyê li partiyan dikin
13 kanûn, 2019   06:15
HESEKÊ – HENAR ÎBRAHÎM

Yekîtiya Kurd daxwaza sereke ya tevahî Kurdan e, nexasim ku li ser her çar parçeyên Kurdistanê êriş hene.

Rexmî bangewaziyên ji aliyê Kongreya Netewî ya Kurdistan û gelek partiyên siyasî ve lê nakokiyê siyasî û partiyekî li pêşiya refa Kurdî dibe kelem.

Kurdên bajarê Hesekê bi rêya ajansa me banga yekîtiyê li partiyên kurdî kirin.

Diyana Ebdulkerîm êrişên Tirkiyê û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra yên li ser herêmê şermezar kir û got: “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Erdogan re dibêje, bi komkujî û êrişên xwe ti nikarî gelê herêmê tine bike.”

Diyana anî ziman ku daxwaza wan a sereke yekîtiya refa Kurdî ye û wiha domand: "Divê tevahî partiyên kurdî yekîtiya xwe ava bikin di demekê wisa zehmet de ku her çar parçeyên Kurdistanê tê de derbas dibe. Bi yekîtiyê dikarin êrişên Tirkiyê yên li ser Rojava rawestînin û dengê gelê Kurd bighînin dewletên cîhanê da ku êrişên Tirkiyê yên ser parçeyên Kurdistanê bi dawî bibe."

Mehabad Şêx Sadûn diyar kir ku bi yekîtiya Kurd dê hemû armancên wan pêk werin û got: "Divê em nakokiyên partiyan ji bîr bikin û ji bo yekîtiya Kurdî tevbigerin. Ji ber yekîtî hêzeke mezin e. Erdogan partiyekê tenê yan jî mezheb an netewekê diyar nake, hemû mezin û partiyên li Rojava dike hedef."

Behiya Hisên destnîşan kir ku ji ber êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew di merheleyeke nazik re derbas dikin, planên Tirkiyê yên ser xaka Rojava pir in.

Behiya Hisên banga yekîtiyê li partiyên kurdî kir û got: "Em ji cîhanê re dibêjin em kurd ne dijminên ti pêkhate, an mezhebekî ne. Daxwaze jiyanan aştiyane bi hemû mezheb û netewên herêmê re ye."

Ebdulxenî Şiwêş got: "Gelê Kurd yek e, lê daxwaza wan yekîtiya partiyên kurdî ye. Şerê ku niha li herêmê diqewime şerekê cîhanê sêyemîn e, hemû dewletên cîhanê li ser Rojava hesaban dikin. Banga me çareseriyeke lezgîn ji rewşa li Bakurê û Rojhilatê Sûriyê re were peydakirin û doza kurdî were çareserkirin."

Ebdulxenî bal kişand ku komkujiên ku li Rojava têne kirin bi destê Tirkiyê û çeteyên wê ne, ya herî dawî ya li Til Rifatê ya li dijî zarokan bû ku tu gunehên wan bi van siyasetên nîne. Ebdulxenî Şiwêş bang li dewletên cîhanê û rêxistinên mirovî kir ku êrişên li ser Rojava rawestînin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iKT8sktWV24" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>