​​​​​​​Siyasetmedarên Ereb bang li dewletên Ereban kirin ku li hemberî projeyên Tirkiyê bisekinin

Siyasetmedarên Ereb nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Erdogan a avakirina "Herêma Ewle" li Bakurê Sûriyê dan û got: "Armanca Tirkiyê ji vê yekê parçekirina xaka Sûriyê ye". Siyasetmedaran bang li welatên Ereban kirin ku li hemberî projeya Tirkiyê bisekinin.

​​​​​​​Siyasetmedarên Ereb bang li dewletên Ereban kirin ku li hemberî projeyên Tirkiyê bisekinin
13 kanûn, 2019   06:00
QAMIŞLO – RÊNAS REMO

Siyasetmedarên Ereb ên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo destwerdanên dewleta Tirk a di xaka Sûriyê bi hewldanên "Xeter" bi nav kirin û gotin ku armanca Tirkiyê zindîkirina împratoriya Osmanî ye. Siyasetmedaran bang li Komkara Ereban kir ku ji bo rawestandina zêdegaviyên Tirkiyê destwerdanê bikin.

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Nûjen û Demokratîk Îbrahîm El-Selac îşaret bi vê yekê kir ku aloziya Sûriyê rê li ber gelek dewletan vekir ku ji boyî berjewendiyên xwe destwerdanê di Sûriyê de bikin û got: "Destwerdanên biyanî yên di Sûriyê de ji aliyê tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê ve nayê qebûlkirin."

El-Selac diyar kir ku Tirkiyê ji dewletên ku herî zêde çavê xwe berdaya xaka Sûriyê û wekî berdewama projeya Osmanî ya ji wîlayeta Musil û Kerkûkê dibîne û got: “Aloziyê Sûriyê ji Tirkiyê re fersendek bû da ku xaka Sûriyê dabir bike û beşekê jê qut bike mîna ku beriya niha Lîwa Îskenderon qut kir.”

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Nûjen û Demokratîk Îbrahîm El-Selac bang li dewletên Ereban, bi taybet Misir û Erebistana Siûdî kirin ku rola xwe ya bersivandina dijminahiya Tirkiyê ya li xaka Sûriyê pêk bînin û nehêlin serweriya wê were binpêkirin.

Rêvebera Desteya Niştimanî ya Erebî Mawa El-Herb diyar kir ku dewleta Tirk xeteriyek mezin li ser xaka Sûriyê û serweriya wê ye û bang li dewletên Erebî kir ku nehêle Tirkiyê demografyaya herêmên dagirkerî biguhere.

Mawa El-Herb daxuyaniyên dewleta Tirk ên avakirina "Herêma ewle" li Bakurê Sûriyê şermezar kir û got: "Armanca Tirkiyê ne avakirina herêma ewle an vegera koçberan e, lê belê yekitiya xaka Sûriyê û parçekirina wê dike hedef."

Rêvebera Desteya Niştimanî ya Erebî Mawa El-Herb bang li dewletên Erebî ku di rêya Komkara Ereban de destwerdanê bikin û nehêlin artêşa Tirk a dagirker xaka Sûriyê dagir bike.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/oikIUeBRCms" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>