Mezlûm Ebdî bi endamên Desteya Rûspiyan re civiya

Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî bi rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re civiya. Di civînê de rewşa siyasî û meydanî hatin nirxandin.

Mezlûm Ebdî bi endamên Desteya Rûspiyan re civiya
Mezlûm Ebdî bi endamên Desteya Rûspiyan re civiya
Mezlûm Ebdî bi endamên Desteya Rûspiyan re civiya
Mezlûm Ebdî bi endamên Desteya Rûspiyan re civiya
10 kanûn, 2019   17:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) bi  Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re civiya.

Di civînê de şêx Hesen Ferhan Ebdulrehman El-Esaf, Şêx Fewaz El-Zobai El-Milhim, Şêx Fûad Îbrahîm El-Paşa, Şêx Mihemed Adil Ebdulselam, Şêx Kerîm El-Ziêter, Şêx Samir Cemal Tirkî, Şêx Haşim Ehmed El-Deyf, Şêx Îbrahîm Elî El-Rendel, Ebdulmecîd Oso, Dr. Sîrob Bago Îzîz, Abdiîn Bedirxan, Îsmaîl Çeto, Mihemed Îso, Hekem Xelo, Hember Hesen û Dr. Ebdulbaqî Yûsif di civînê de amade bûn.

Civîn avahiya Desteya Rûspiyan hate lidarxistin. Di civînê de Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî liheveirinên navdewletî yên der barê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û lihevkirinên wan ên bi hêzên navdewletî re ji bo parastina herêmên ji komkujiyên Tirkiyê û guhertina demografîk pêk anîne nirxand.

Ebdî anî ziman ku hêzên wan parastina pirengî, ewlehî û aştiya navxweyî ya li herêmê didomînin û got erka wan e pêşketin û lihevkirinên wan ên bi hêzên navdewletî û Sûrî re bi welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin naskirin.

Ebdî her wiha rola rûspiyan a yektiya refê û hevgirtina wan li dijî xeteriyan destnîşan kir.

Rûspiyan girêdana niştecihên herêmê bi QSD‘ê re teqez kirin û gotin ew ê  li gel QSD‘ê destkeftiyên herêmê biparêzin.

Her wiha banga xurtina hevgirtinê ya li hemberî hewldanên ku yektiya pêkhateyên herêmê dike hedef, kirin.

ANHA