Erdogan biryara guhartina demografiyê li herêmên dagirkirî da

Serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan îro biryar da ku welatê wî dest bi bergiriya guhartina demografiyê li herêmên ku di êrişên dewleta Tirk ên dawîn ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kir û got dest bi bicihkirina milyoneke şêniyan li bajarên Girê Spî û Serêkaniyê kirine.

Erdogan biryara guhartina demografiyê li herêmên dagirkirî da
9 kanûn, 2019   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan got Enqereyê dest bi xebata bicihkirina milyoneke şêniyan li bajarên Girê Spî û Serêkaniyên yên li Bakurê Sûriyê kir.

Erdogan di axaftina ya li pêşiya wezîrên kar û barên civakî yên Rêxistina Hevkariya Îslamî de got dê piştevaniya avakirina herêmên bicihkirinê yên nû li Bakurê Sûriyê pêşkêş bike.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê beriya çend rojan piştrast kir ku dewleta Tirk dest bi guhartina demografiyê li herêmên ku dagir kirine, kir. Navendê piştrast kir ku hejmareke mezin ji şêniyan ber bi bajarê Girê Spî ve tên veguhastin.

Ev pêngav jî beriya civînên gera 14’emîn a ji civînên Astanayê ya ku dewleta Tirk ji bo guhartina demografiya herêmên Sûriyê bi kar aniye, pêk hat. Her wiha bi alîkariya Rûsya û Îranê bi hezaran çete û malbatên wan veguhastin herêmên ku dagir kirine.

(fr)