Trump: Me tevkariya xwe di NATO`yê de kêm kir

Piştî ku endamên NATO`yê tevkariya xwe zêde kir, serokê Amerîkayê Donald Trump eşkere kir ku welatê wî tevkariya xwe ya aborî di NATO`yê de kêm kiriye.

Trump: Me tevkariya xwe di NATO`yê de kêm kir
9 kanûn, 2019   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha ragihand: "Dewletên endamên NATO’yê, tevkariya xwe ya madî rakir 530 milyar dolarî di salê de. Amerîkayê jî tevkariya xwe kêm kir."

Rayedarên Amerîkayê û NATO`yê demek berê eşkere kiribû ku Trump dixwaze tevkariya welatê xwe di NATO`yê de ji sedî 16 daxe. Bi vî rengî nêzî Almanyayê ku 14.8 ji sedî kar dike, dibe. Ruxmî ku Amerîka xwedî aboriyeke bilindtir e.

Endamên NATO`yê di lûtkeya xwe ya dawîn de li Londonê tevî zexta serokê Amerîkayê Donald Trump, li ser zêdekirina lêçûnên leşkerî li hev kiribû. Ev yek jî Rûsyayê dixe nava fikaran.

(cx)