​​​​​​​Şêniyên Tirbespiyê 2 kamyon alîkarî ji koçberan re şandin

Şêniyên navçeya Tirbespiyê 2 kamyon alîkarî ji koçberên Serêkaniyê re şandin û destnîşan kirin ku yekbûna gelan dê dagirkeriyê têk bibe û wê ji xaka Sûriyê derxe.

​​​​​​​Şêniyên Tirbespiyê 2 kamyon alîkarî ji koçberan re şandin
​​​​​​​Şêniyên Tirbespiyê 2 kamyon alîkarî ji koçberan re şandin
9 kanûn, 2019   11:34
QAMIŞLO

Di 9`ê Cotmeha 2019’an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.Di encama êrişên dagirkeriya Tirkiyê de bi sed hezaran sivîl ji malên xwe koçber bûn, her wiha komkujî li ser wan pêk hatin û mal û milkên wan hatin desteserkirin.

Bi hezaran şêniyên bajarê Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî bi zorê ji malên wan derxistin û li bajarên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimînin.

Ji ber hejmara pir a koçberan, Rêveberiya Xweser ji bo avakirina 2 kampan li kantona Hesekê û li nêzî gundê Til Semen li gundewarên bakurê Reqayê xebitî, da ku koçberan vehewînin, her wiha ji ber hejmara mezin a koçberan li dibistanên bajarê Hesekê û navçeya Eyn Îsayê.

Bi însiyatîfa meclisa navçeya Tirbespiyê, şêniyên navçeyê û gundên girêdayî wê dest bi hemleya komkirina alîkariyan ji bo koçberan kir. Îro 2 kamyonên alîkariyê ku ji bo kampa Waşokanî li kantona Hesekê hatin komkirin, hatin şandin. Hevserokê meclisa navçeya Tirbespiyê Ebdulrehîm Hiso daxuyaniyek bi beşdarbûna gelek endamên saziyên navçeyê û şêniyan da.

Di daxuyaniyê de Hiso wiha got: "Dewleta Tirk hewl dide bi rêya dagirkirina xwe ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, derbeyê li yekbûna pêkhateyên ku li herêmê bi hev re dijîn û Rêveberiya wê ya Xweser bide."

Her wiha diyar kir ku pêkhateyên navçeya Tirbespiyê ji Kurd, Ereb û Suryan bi hev re alîkarî ji bo birayên xwe yên koçber kom kirin û amade ne ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî her tiştî pêşkêş bikin.

Di dawiyê de teqez kir ku bi yekbûna gelan dê dagirkerî têk biçe û ji xaka Sûriyê derkevin.

(jo)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/aOOCSe6tNUg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>