Mihemed Şêxo: Bêdengiya navdewletî destek dide Tirkiyê ku komkujiyan pêk bîne

Hevserokê Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Şêxo got, dewleta Tirk a dagirker komkujiyan li dijî sivîlan pêk tîne û armanca wê ji vê yekê ku metisyan ava bike û herêmê ji niştecihên wê vala bike.

Mihemed Şêxo: Bêdengiya navdewletî destek dide Tirkiyê ku komkujiyan pêk bîne
7 kanûn, 2019   10:36
HELEB – ARIF SILÊMAN

Hevserokê Meclisa Giştî ya taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Şêxo der barê komkujiya dewleta Tirk li dijî zarokên Efrînê ku neçarî koçberiyê bûne wiha got:"Dewleta Tirk a dagirker li beramberî çavên tevahî cîhanê kiriyarên qirêj pêk tîne, hemû qanûn û pîvanên navdewletî binpê bike. Ji destpêka aloziya Sûriyê de ev dewlet tu îtîrafê bi zagonan nake û hemû mafan binpê dike."

Artêşa Tirk a dagirker 2`ê Kanûnê de li navçeya Til Rifetê li dijî sivîlan komkujiyek pêk anî di encama wê de 10 sivîl şehîd bûn ji wan 8 zarok her wiha zêdeyî 10 kesan jî birîndar bûn.

Der barê bêdengiya navdewltî der barê komkujiyê de Mihemed Şêxo wiha pêde çû: "Mixabin, li beramberî hemû komkujî û binpêkrinên ku dewleta Tirk pêk tîne her kes tenê temaşe dike, tu tevgerê nake. Tu alî helwestên xwe diyar nake û sûcên li dijî gelên herêmê nasekinîne. Bi taybet rêxistinên mafên mirovan li cîhanê. Bêdengiya wan der barê komkujiya dewleta Tirk li dijî zarokên me li Til Rifetê gumanan gel me ava dike. Ji ber ew bi vê yekê destek didin dewleta Tirk ku zêdetir komkujiyan li dijî gelên herêmê, pêk bîne."

Şêxo di axaftina behsa binpêkirinên dewleta Tirk û helwestên navdewletî der barê sûcên ku di dawiyê de pêk anî kir û wiha anî ziman:"Dewleta Tirk endama NY`yê û NATO`yê ye. Her tiştê ku dixwaze bê tirs dike. Li dijî pêkhateyên Efrînê ku ji ber kiriyarên artêşa wî û çeteyên wê neçarî koçberiyê bûne, komkujiyan pêk tîne. Gelê me yê neçarî koçberiy bûye li hember rewşên jiyanê yên zehemt li herêmên Şehbayê li ber xwe dide û li hêviya vegerê ne. Lê sûcên ku Erdogan pêk tîne di bin konan de û li gundên ewle jî li pey wan in."  

Şêxo di berdewama gotina xwe de wiha bilêv kir:"Siyasetên sûcdariyê ku dewleta Tirk der barê şêniyên Efrînê de em hemû dizanin ku armanca wan ku herêmê ji sivîlan vala bike. Gel li erdnîgariyeke dûrî Efrînê belav bike. Ev hemû ji bo pilanên xwe yên guhertina demografî û serweriya li ser herêmê ku dagir kiriye, pêk bîne. Da ku malbatên çeteyan li şûna niştecihên resen bi cih bike û ev yek li Girê Spî û Serêkaniyê jî dûbare dibe."

Hevserokê Giştî yê meclisa taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Şêxo di dawiyê de got dewleta Tirk tu carî biser nakeve, tu carî naghêje armancên xwe ji ber gel siyaseta wê baş nas dike û gel dê bi berxwedanê bi ser bikeve.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Fi3eNkVRTOo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>