Navên şehîd û birîndarên komkujiya Til Rifatê

Li gorî lîsteyên nexweşxaneyan, ji şehîdên komkujiya li navçeya Til Rifetê 8 zarok in.

Navên şehîd û birîndarên komkujiya Til Rifatê
2 kanûn, 2019   15:49
ŞEHBA

Li gorî lîsteyên ji nexweşxaneyên kantona Şehbayê hatine wergirtin di komkujiya Til Rifetê de ya ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk anîne 10 sivîl şehîd bûn, jê 8 zarok in û 10 birîndar bûn.

Şehîd ev: Hisên Ebdullah dîroka jidayîkbûnê 1945, Elî Mehmûd Osman  dîroka jidayikbûnê 1965, Hemûde Mihemed Elî (11), Mustefa Mihemed Mecîd (10), Mihemed Umer Hemê (7), Arif Mihemed (6), Îmad Ehmed Kêfo (9), Ebdulfetah Elîko (3) û Ebdulrehman Hiso (12), Mihemed Ebdulrehman Hiso ((15).

Birîndar ev in: Enîsa Gulo (20), Abdullah Tewfîq Henan (20), Henîf Mihemed Hemo (9), Dijwar (3), Mihemed Kêfo (10), Xelîl Mihemed (3), Hesen Umer (10), Îlyas Hesnûn (6), Edhem (6) Beyrem Hisên Elko (3).

Tê gotin rewşa hin birîndar giran û dibe hejmara şehîdn zêde bibe.

ANHA