Li Helebê avahiyek hilweşiya: 5 kesan jiyana xwe ji dest da

Li herêma Xan Şok a Helebê ya di bin serweriya rejîma Sûriyê de, avahiyek hilweşiya. 5 kesên di avahiyê de jiyana xwe ji dest da.

Li Helebê avahiyek hilweşiya: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
Li Helebê avahiyek hilweşiya: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
Li Helebê avahiyek hilweşiya: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
2 kanûn, 2019   11:02
HELEB

Barana zêde ya şeva borî, bû sedema hilweşîna avahiyekê li taxa Muadî li herêma Xan Şok a bajarê Helebê, ku berê di dema şer de zirar gihaştibûyê. Di encamê de 5 kesan ji şêniyên avahiyê, jiyana xwe ji dest da û gelek jî birîndar bûn.

Ji bo birîndaran ji bin anqazan derxin, gelek ambulans û ekîbên parastina sivîlan û agirkujiyê yên girêdayî hêzên rejîma Sûriyê berê xwe da cihê bûyerê.

Ji ber şerê ku li Helebê rû da, gelek avahiyên bajêr zirar dîtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hêzên rejîma Sûriyê gelek taxên rojhilatê Helebê ku di bin kontrola çeteyên artêşa Tirk de bûn, piştî operasyonên leşkerî yên berfireh bi destekdayîna balafirên şer ên Rûsyayê di dawiya sala 2016’an de, bi dest xistin.

ANHA