Generalê Rûsyayê: QSD li gorî peymanên bi Rûsyayê re îmze kirine, tev digere

Hêzên Rûsyayê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bûne, îdia û angaştên dewleta Tirk ên der barê venekişîna QSD’ê ji sînor de, derewandin û piştrast kir ku QSD li gorî peymana ewlehiyê ya ku di navbera Rûsyaya Federal û QSD’ê de pêk hatiye, vekişî.

Generalê Rûsyayê: QSD li gorî peymanên bi Rûsyayê re îmze kirine, tev digere
2 kanûn, 2019   11:31
KOBANÊ

Têkildarî îdiayên dewleta Tirk ên bênavber ên der heqê pêkneanîna QSD’ê ya peymanê û mayîna li ser sînor de, fermandarê polîsên leşkerî yên Rûsyayê Boris Stalingrad ên ku li herêma Firatê belav bûne, îro ji ajansa me ANHA’yê re axivî û got angaştên dewleta Tirk, hinceta ji nû ve destpêkirina êrişên li ser herêmên dîtir ên Bakurê Sûriyê ava dikin.

Boris Stalingrad wiha axivî: "Em wek yekîneyên leşkerî yên girêdayî hikumeta federal a Rûsyayê tevî hêzên artêşa Sûriyê li seranserê sînorê Sûriye-Tirkiyê û xetên şer ên bi hêzên dewleta Tirkiyê re, belav bûne ku xwînrijandin û şerê di navbera her du aliyan de qedexe bikin û ew jî li gorî peymana ku berê di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hikumeta federal a Rûsyayê de hatiye îmzekirin."

Der heqê îdiayên dewleta Tirk ên bênavber de general Boris Stalingrad îşaret pê kir ku QSD bi temamî ji xeta sînor heta kûrahiya 32 km vekişiye û Rûsya garantora parastina herêmê li dijî êrişên derve û vegera terorê de dike.

QSD’ê di dawiya meha Cotmehê de ragihand ku hêzên wan li ser 3 beşan ji xeta sînorê bi dewleta Tirk re ji herêmên Cizîr û Firatê yên li bakurê welêt vekişî. Lê belê gef û binpêkirinên peymana agirbestê ji aliyê dewleta Tirk ve ranawestin.

(fr)

ANHA