Li başûrê Idlibê şerê giran: Kuştiyên hêzên rejîmê û çeteyan hene

Li gundewarên başûrê Idlibê ku di nav “herêma bêçek” de ne, şerekî dijwar di navbera hêzên rejîmê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk de didome. Hêzên rejîmê êrişeke nû li ser herêmê pêk anî û ji her du aliyan kuştî hene.

Li başûrê Idlibê şerê giran: Kuştiyên hêzên rejîmê û çeteyan hene
2 kanûn, 2019   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku careke din şerekî giran îro berbangê li gelek eniyên gundewarên başûr û rojhilatê Idlibê di navbera komên çete yên Tirkiyê û hêzên rejîmê de rû dide, ew yek piştî bêdengiyekê ji şeva din heta berbangê ji ber rewşa hewayê pêk hat.

Hêzên rejîmê careke din êrişî eniyên li Seroj, Resem El-Werd û Isteblat kir, di şerê giran de kuştiyên her du aliyan hene.

Navendê di 48 seatên borî de, kuştina 51 kesên ji hêzên rejîmê di êrişên giran ên li başûr û rojhilatê de Idlibê belge kir, her wiha herî kêm 45 çete hatin kuştin.

Li “herêma bêçek” şerekî giran di navbera hêzên rejîmê bi desteka Rûsyayê û komên çete yên Tirkiyê de rû da.

(jo)