QSD`ê encamên şer û berxwedana 24 saetên dawî eşkere kirin

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên şer û berxwedana 24 saetên dawîn eşkere kirin.

QSD`ê encamên şer û berxwedana 24 saetên dawî eşkere kirin
2 kanûn, 2019   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

“Artêşa dagirker li seranserê herêmê tevgera xwe yê dagirkeriyê domand. Li gelek qadan li gel topbarana dijwar, faaliyetên keşfê yên balafirên bêmirov jî berdewam kir.

TIL TEMIR

Artêşa dagirker li gundên Erîşa û Til Mihemed bi piştevaniya balafirên bêmirov êrîş birin ser çeperên hêzên me û herêm bi dijwarî topbaran kirin.

EYN ÎSA

Artêşa dagirker nêzî gundê Qizelî bi awayekî dijwar topbaran kir. Li gundên Kefîfa û Sarûnc artêşa dagirker bi armanca berfirehkirina dagirkeriya xwe êriş bir ser çeperên hêzên me û qadên sivîl. Di encama êrişên komên çete de, li qadê şerên giran rû dan. Her wiha di encama topbaranê de ziyanên madî gihîştin welatiyên sivîl.

Di şerên li herêma Eyn Îsa de 2 jê serçeteyên koma bi navê Sultan Mûrad, bi giştî 5 çete hatin kuştin û hejmarek ji wan birîndar bûn.

Di encama êrîşên artêşa dagirker de 3 hevalên me şehîd bûn.”