Şêwirmendê Rêveberiya Xweser: Komîteya ku nûnertiya gelê Sûriyê neke, serkeftî nabe

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Enwer El-Muşrêf got binketina civîna komîteya destûrê dihat pêşbînkirin, ji ber ku komîteya ku nûnertiya gelê Sûriyê neke, dê ne serkeftî be.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser: Komîteya ku nûnertiya gelê Sûriyê neke, serkeftî nabe
2 kanûn, 2019   09:14
REQA- HEMED MUSTAFA- AMAR XELEF

Enwer El-Muşrêf di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Civîna komîteya destûrê ya avakirina destûreke nû ji bo Sûriyê, eşkere bû ku dê bi bin bikeve."

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Enwer El-Muşrêf wiha dewam kir: "Avakirina vê komîteyê li dijî biryara Meclisa Ewlehiyê ya bi hejmara 2254’an e ku yek ji bendên wê divê tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê di avakirina destûrê de beşdar bibin."

El-Muşrêf bi domdarî wiha got: "Ev komîte parçeyekî gelê Sûriyê ku 5 milyon kes e û nûnertiya rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, bi temamî paşguh dike. Em ji bîr nekin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku ji ber parastina yekitiya gelê Sûriyê di dirêjahiya aloziya Sûriyê de, îspat kir ku ew hêzeke nîştimanî ye." 

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha pê de çû: "Eger komîteya destûrê nûnertiya gelên Sûriyê neke, dê çarenûs binkeftî be, diviyabû kesên li Cinêvê ji aliyê gelê Sûriyê ve hatibana hilbijartin û ji bo avakirina komîteya destûrê bişandana Cinêvê." 

El-Muşrêf diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha got: "Ev komîte, nûnertiya me nake û destûra ku dê were çêkirin, qebûl nakin."

Di dawiya axaftina xwe de şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Enwer El-Muşrêf wiha lê zêde kir: "Ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyê, divê Sûriye ji dewleteke navendî veguhere dewleteke pirreng, nenavendî ya demokratîk. Ew jî bi rêya projeya Rêveberiya Xweser a ku em pêk tînin û hê jî di projeyê de berdewam in, pêkan e."

ANHA