Çîn cezayan li rêxistinên Amerîkayê ferz dike

Çînê bersiva îmzekirina biryara Hong Kongê ya piştgiriya xwepêşandêran da û roja duşemê ragihand ku wan ceza li hindek rêxistinên Amerîkayê yên nehikumî ferz kirine.

Çîn cezayan li rêxistinên Amerîkayê ferz dike
2 kanûn, 2019   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Wezreta Karên Derve ya Çînê di civîneke çapemeniyê de wiha got: "Di demên dawîn de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), xwepêşandanên li Çînê paşguh kirin û biryara parastina mafên mirovan û demokrasiyê li Hong Kongê derxist. Ev jî binpêkirineke xeternak ji qanûnên navdewletî û pîvanên bingehîn ên têkiliyên navdewletî re ye, her wiha destwerdana li karên hundirîn ên Çînê ye.”

Pekînê di vê derbarê de, nerazîbûna xwe ya hişk ragihand. Wek bersiv jî, Çînê ceza li hejmareke rêxistinên Amerîkayê yên nehikumî ku di nav de Peymangeha Nîştimanî ya Demokratîk, Human Rights Watch û Freedom House hene, ferz kirin.

Serokê Amerîkayê Dunald Trump, pêncşema borî ji bo piştgiriya xwepêşandêran û firotina hin pêdiviyan ji bo polîsên Hong Kongê ku ji Hezîrana borî ve xwepêşandan lê tên lidarxisitin, birayarek îmze kiribû.