Zingilên dêrê û ezana mizgeftan Til Temirê her lê didin

Ruxmî êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, zingilên dêrê û ezana mizgeftên navçeya Til Temirê her lê didin û duaya yekem sekinandina dagirkeriyê û parastina aramiyê ye.

2 kanûn, 2019   09:04
HESEKÊ – CÎHAN BÎLGÎN – BASIL REŞÎD

Rojhilata Navîn xwedî dîrokeke kevnar a mîtolojîk û baweriyan e. Bi sedan salan e di bin ezmanê vê erdnîgariya de dengê melayên ku di mizgeftan de ezanê bang dikin û dengê zingilên dêrên xiristiyanan bi hev re berz dibin.

Her çi qas ji aliyê desthilatdaran ve bi awayekî hovane li hemberî hev hatibe şixulandin jî, di rastiya xwe de pirçandîtî û pirbawerîtiya Rojhilata Navîn wek dewlemendiyekê ku rehên xwe berdaye kûrahiya dîrokê, heya roja me ya îro xwe parastiye.

Îro jî ev çanda kevnar li hember hemû êrîşên ku li ser vê erdnîgariyê bi pêş dikevin, li ber xwe dide. Navçeya Til Telmir a bi ser bajarê Hesekê ve ku li Rojavayê Kurdistanê dimîne, îro jî şahidiyê ji vê berxwedanê re dike.

Li navçeya Til Temirê dêra Meryem El-Ezra û 3 mizgeft hene. Pêkhateyên navçeyê li gorî erkên baweriyên xwe berê xwe didin dêr û mizgeftan. Her çi qas gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li ser herêmê hebin jî, zingilên dêrê û ezana mizgeftan nayê rawestandin.

Pêkhateyên navçeyê li van mekanan duayên yekem rawestandina dagirkeriyê û parastina aramiyê dikin. Her wiha navçeya ku bi ol û pêkhateyên xwe tên nasîn ku ev li ser avakirina dêr û mizgeftan jî xwe nîşan dike ku di navbera dêr û mizgeftê de 75 metre heye. Ew nêzbûna dêr û mizgeftê jî li gorî pêkhateyan bi zanebûn e ku wekî sembola mozaîka navçeyê ye. Di nav pêkhateyan de ne ji dengê ezanê ne jî dengê zingilê acizî çêdibe.

Duayên li dêr û mizgeftan tên kirin, me ji keşe û mela guhdar kirin.

‘ÊRIŞAN BANDOR LI NIMÊJA ME NEKIR Û NAKE JÎ’

Keşeyê dêra Meryem El Ezra; Baxoz Îşaya diyar kir ku pêkhateyên Asûrî û Suryan rojane saet di 15:30‘an de bi dengê zingilê re ji bo nimêjê berê xwe didin dêrê û got: “Zingila dêrê li Til Temirê di saetên xwe de her lê dide. Em rojane ji bo hemû pêkhateyên xwe dua dikin ku êdî ev êriş bên sekinandin û aramiya me vegere. Êrişan bandor li nimêja me nekir û nake jî. Rojane her çi çêbe jî em ê berê xwe bidin dêrê û bi erkên baweriyê rabin.”

‘YEKEM DUAYA ME, VEGERA ARAMIYÊ YE’

Melayê mizgefta Til Temirê Mihemed El-Ehmed jî diyar kir ku ev êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê di tu qanûnên mirovahî û ola îslamê de nayên qebûlkirin û got: “Ev êriş ne rewa ne. Divê di her rewşê de em duaya rawestandina êrîşan bikin û ji bo alîkariya koçberan jî bang dikin. Jixwe yekem duaya me vegera aramî û sekinandina êrişan e. Di van du mehan de ruxmî gef û êrişan hîn zêdetir gel berê xwe da mizgeftan. Di herêma me de hezkirina hemû pêkhateyan dihelê ku hîn zêdetir yekbûn û yekitiya me xurttir bibe. Di navbera olan de tu cudahiyê nakin. Em ne alîgirê şer in, aligirên wekhevî, aramî û hezkirinê ne.”

ANHA