Mijarên rojnameyên erebî – 2 Kanûn

Rojnameyên erebî yên îro behsa şerê li Idlibê, rewşa xwepêşandanên li Lubnan û Iraqê û tevgerên dewleta Tirk ên li Afrîkayê kir.

Mijarên rojnameyên erebî – 2 Kanûn
2 kanûn, 2019   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: ŞERÊ IDLIBÊ LIHEVKIRINÊN RÛSYA Û TIRKIYÊ BI DAWÎ DIKE

Rojnameyên erebî ku vê sibehê derketine, behsa rewşa Sûriyê bi gelek mijaran kir û ya girîng jî rewşa li herêma qaşo bêçek kir. Her wiha li parêzgeha Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyê piştî rojekê ji ragihandina binketina gera duyemîn a dan û standinên desteya biçûk a komîteya destûrê ya li Cinêvê bi sponseriya NY’yê, şerê bilind di navbera hêzên hikumetê ji aliyekî ve û komên cîhadîst û opozîsyonê ji aliyekî dîtir ve rû dan.

Asta şerê li Idlibê lihevkirinên Rûsya û dewleta Tirk dixin xetereyê, bi taybet heke Moskov ve di vegerandina tevahî parêzgeh û derdora wê de berdewam bike.

Şam û Moskov dizanin ku heke serweriya parêzgeha Idlibê bikin, dê bi xwe re serweriya li ser çareseriya siyasî jî bikin. Li hemberê wê jî komên cîhadîst û yên opozîsyonê yên ku cara yekemîn dest bi şerê dawîn li Idlibê kiriye, garantor dikin ku herêmên hêzên rejîmê ku berê sewer kirine, vegerînin, dê bi xwe re jî nuqteyên siyasî baş bibin. 

Çavdêran anî ziman ku tu niyetên berfirehkirina şer li Idlibê û derdora wê nîn in, bi taybet wek vê mijarê dê bi xwe re xetereyên mezin bînin, nexasim jî heke tu lihevkirinên nû di navbera Rûsya û Tirkiyê de pêk nehatin. Lê belê di heman demê de Moskovê diyar kir ku mayîna rewşa niha li Idlibê ne pêkan e. Ji ber ku heke Şamê serweriya li ser vê parêzgehê kir dê aliyên li hember neçar bimînin ku çareseriyan nexşe bike û Rûsya planên xwe pêk bîne.

Gera duyemîn ji dan û standinên desteya biçûk a komîteya destûrê ya li bajarê Swissê bi dirêjahiya 5 rojan ji duşemê heta bi înê pêk hatiye, bi bin ket. Her wiha tîmên Sûriyê negihîştin peymanên der barê rojeva xebatên xwe û li rexê jî opozîsyon û DYA’yê berpirsyariya tevliheviya dan û standinan hilgirt ser hikumeta Sûriyê.

Li aliyekî din jî analîzvanan got gera dawîn, rastiya neamadebûna hêzên ku li piş tîmên Sûriyê disekinin ku nakokiya bi dirêjahiya 8 salan bi dawî bike, eşkere kir.

Analîzvanan bal kişand ser ku tevî başbûna rewşa meydanî piştî seweriya hikumeta Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê li ser piranî xak û kêmkirina nakokiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê dan û standinên çareseriya dawî hê jî di xelekeke vala de digerin. Ji valahiyekê derdikeve û dikeve valahiyeke din. Moskov dibîne ku vegerandina Idlibê, dê tevahî dengeyên hêzê biguherîne.

ŞERQ EL-EWSET: ÇARENÛSA HIKUMETA LUBNANÊ NÊZÎ ÇARESERIYÊ YE

Têklidaîr rewşa Lubnanê rojnameya Şerq El-Ewset li ser zimanê çavkaniyan ragihand ku vê hefteyê gumana çareserkirina di mijara avakirina hikumetê de pêk were, her wiha duh lubnaniyan bangên xwepêşandanan erê kir.

ÎMARAT EL-YEÛM: PARLAMENTOYA IRAQÊ ÎSTÎFAYA HIKUMETÊ ERÊ KIR.. MEŞÊN ŞÎNÊ LI WELÊT DIDOMIN

Der barê rewşa Iraqê de, rojnemeya Îmarat El-Yeûm wiha nivîsand: "Parlamentoya Iraqê duh îstîfaya hikumeta serokwezîr Adil Abdilmehdî erê kir, piştî 2 mehan ji pêla xwepêşandanan ku di encama wê de 420 kes hatin kuştin, her wiha bi hezaran Iraqî derketin meşên şînê û qurbaniyên xwepêşandanan li gelek parêzgehên li welêt bi bîr anîn.

Xwepêşandêr li hemû bajarên başûr meşên şînê domandin, her wiha diyar kirin ku îstîfaya serokwezîr ne wateya ku rejîma siyasî bi dawî bûye.

EL-EREB: QAHÎRE BANDORA ÎTÎFAQA ERDOGAN Û EL-SÎRAC LÊKOLÎN DIKE

Der barê rêkeft QAHÎRE ina di navbera Tirkiye û hikumeta El-Sîrac de, rojnameya El-Ereb wiha got: "Wezîrê karên derve yê Misrê Samih Şikrî bi hempîşeyê xwe yê Yewnanistanê Nikos Dundias re roja yekşemê, plana dan û standina bi her du mekanîzmayên rêkeftinê ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û serokê hikumeta Wîfaq a Lîbyayê Faiz El-Sîrac çarşema borî îmze kirine, lêkolîn kirin.

Pisporê karên herêmî Ehmed Qendîl ji refleksên bêhêz û qels ên DYA û YE`yê yên der barê kiryarên Enqereyê li Rojhilata Navîn de matmayî ma û wiha got: "Hevkariya di navbera Misr, Yewnanistan, Qibris û parlamentoya Lîbyayê de girîng e da ku dest bi şerê dîplomatîk bikin, bi wê yekê rêya li pêşiya planên Tirkiyê li herêmê qut bikin."

Qendîl ji El-Ereb re wiha got: "Enqere bi hêsanî ji ava herêmî ya Qibrisê dernakeve û niha gavekê ji muzakereya lihevkirinê di navbera hikumeta Lîbyayê paşve nakişe.”

(fr-jo)