Îro dê meşên piştgiriya YPJ’ê li Cizîr û Firatê li dar bikevin

Îro ji bo piştgiriya berxwedana YPJ’ê bi hezaran şêniyên kantonên Qamişlo û Kobanê dê di çarçoveya rêzeçalakiyên xebatên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de meşan li dar bixin.

Îro dê meşên piştgiriya YPJ’ê li Cizîr û Firatê li dar bikevin
2 kanûn, 2019   08:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Meşên ku dê bi hezaran şênî tev lê bibin, dê di saetên nîvro de li navçeyên Tirbespiyê, Amûdê, li bajarê Qamişlo yê herêma Cizîrê û bajarê Kobanê yê herêma Firatê de li dar bikevin.

Dê di çalakiyan de piştevaniya şervanên YPJ’ê bê kirinn û pankartên xebatên Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan; "Dagirkerî tundî ye, bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin" bên hildan.

(fr)

ANHA