El-Hanît: Hewldanên Erdogan zivirandina Osmaniyan e, divê li hember bê sekinandin

Rûspiyê êla El-Bû Bedran a Dêrazorê Hanît Hawî El-Hanît destnîşan kir ku armanca êrişa Tirkiyê vegerandina hegemoniya Osmanî ye û divê li hember planên wî were sekinandin.

El-Hanît: Hewldanên Erdogan zivirandina Osmaniyan e, divê li hember bê sekinandin
2 kanûn, 2019   07:58
DÊRAZOR

Li gel bûyerên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji binpêkirinên hovane û koçberkirina şêniyên resen şêniyên bajarokê El-Sûse yê ku dikeve rojhilatê gundewarê Dêrazorê teqez dikin ku ew dagirkeriyê qebûl nakin û ew ê li hember êrişa Tirkiyê li berxwe bidin.

Girêdayî mijarê rûspiyê êla El-Bû Bedran a bajarokê El-Sûse Hanît Hawî El-Hanît diyar kir ku ew li dijî êrişa Tirkiyê ne. Her wiha kirinên Tirkiyê û çeteyên wê yên hovane li gel bêdengiya navdewletî û navneteweyî şermezar kirin.

El-Hanît ji ajansa me re got: "Tirkiyê "Herêma ewle" dike hincet û li ser bingeha ku gelan diparêze, axa Sûriyê dagir dike. Lê em baş dizanin ku ew vê yekê ji bo ku raya giştî ya cîhanî bixapîne bi kar tîne. Li ser gelê Sûriyê li gorî berjewendiyên xwe yên firehkirinê bazaran dike."

Di nav gotinên xwe de El-Hanît destnîşan kir ku hewldana rastîn a êrişa Tirkiyê ew e ku bargehan li axa Sûriyê ava bike ji bo ku planên xwe yên firehkirinê pêk bîne. Tirkiye nêrîna berê ya dagirkeriya Osmanî ji herêmê re tîne bîra mirov.

Di dawiyê de El-Henît got: "Êrişa Tirkiyê mîna naziya berê ye. Hitlerê nû bi rengê tirkî Osmaniye nû diyar dibe. Eger rê li pêşiya timayên wî nehat girtin wê herêmê bi giştî wêran bike."

(şx/bm)

ANHA