Berhema “herêma ewle”… li ser depên dibistanan li şûna zanyariyan, xêzên hovîtiya dagirkeran

Dewleta Tirk a dagirker qaşo ji bo avakirina herêmeke ewle êriş kir, lê ji ber êrişa artêşa wê û çeteyên wê yên hov, zarok li şûna li ser depan perwerdeya xwe bibînin, hovitî û zordariya leşker û çeteyên wê xêz dikin.

2 kanûn, 2019   07:44
HESEKÊ – CIHAN BÎLGÎN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê qaşo bi navê koçberên Sûriyê yên li Tirkiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bikin, gelê resen koçber kirin. Ev koçber li seranserî bajar, bajarok, navçe û li gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bûne. Piraniya koçberan li dibistanan û malên şêniyan dijîn.

Heya niha tu sazî û rêxistinên mafên mirovan bi rewşa van koçberan re mijûl nebûne. Pêwîstiya koçberan wekî ku ew jî diyar dikin, beriya pêdiviyên jiyanî li welatên wan heye.  Bi salan malên ku bi destê şêniyan vê hatibû ava kirin ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve hatin hedefgirtin û hatin talankirin.

Yek ji navçeyên ku koçber lê bi cih bûne, Til Temir e. Til Temir ku mozaîka ol û pêkhateyên xwe tê nasîn, koçber jî hembêz kirine. Li navçeya Til Temir û gundewarên wê 25 hezar koçber bi cih bûne. Ev koçber ji gundê derdora Til Temir û Serêkaniyê ne.  

LI SER DEPÊN DIBISTANAN ÊDÎ HOVÎTÎ TÊ XÊZKIRIN

Dema ku em di polên dibistanê de digeriyan zarokekî 13 salî Ehmed Xidir Şemax ku ji Serêkaniyê neçarî koçberiyê bûye, li ser depa fêrgehê hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi wêneyan xêz dikir. Me pirsî ka çi xêz kiriye, got ev mala me bû û ji aliyê çeteyan ve hate bombekirin.

Zarokên ku beriya êrişan li ser van depan perwerdeya xwe dîtin, lê niha hovitî û zordariya dewleta Tirk xêz kirin.

‘NE JI BO ARAMIYÊ, JI BO TALANÊ ÊRIŞ KIRIN’

Menal Feyad Nasir ji gundê Erîşa yê girêdayî Til Temir e, ev 45 roj e bi hevser û 4 zarokên xwe re li dibistanê dijîn. Menal tenê vegera warê xwe dixwaze. Aramiya ku tê de dijiyan, 9’ê Cotmehê hat xerabkirin û Menal der barê vê yekê de got: “Bi hinceta qaşo aramiyê bînin êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin, lê di rastiyê de malên me talan kirin, em qetil kirin. Bi çekên herî giran êrişî me kirin. Di asta yekê de sivîl bûn hedefên wan. Me neçarî koçberiyê kirin. Ev hovîtî wê çawa aramiyê ji me re bînin?.”

‘KOÇBERÎ GOTINEKE NEXWEŞ E, ÊŞEKE MEZIN E’

Ji bo nêçariya koçberiyê Menal dibejê ku koçbertî gotinek nexweş e, êşeke gelekî mezin e û wiha domand: “Axa me dibin dagirkeriyê de ye. Av û nan ji me re ne pêwîst e, ya pêwîst axa me ye.  Em çareseriyekê dixwazin. Behsa agirbesta dikin lê li ser rûyê erdê tu agirbest tune ye û rojan e dagirkeriya xwe berfireh dikin.  Em jiyana xwe heya dawî nikarin li dibistanan de berdewam bikin bila êdî ev çete ji welatên me derbikevin û çareseriyekê bê avakirin.  Pêwîstiya zarokan bi xwendinê hene û di vê rewşê de ev zarok wê çawa xwendina xwe berdewam bikin? Li dibistanan de cih tine ye ku em razin. Me pêwîstiyên xwe ji şêniyên Til-Temir pêk anîn. Ev êşa ku em dikşînin bila dawî bibe.  Pêşaroja zarokên me jî di bin xeteriyê de ye. Beriya çend roja mala min şewitandin. Her diçe dagirkerî û talanan çeteyan berfireh dibe.”

‘ZAROKÊN MIN BÊ BAV HIŞTIN’

Henan Şex Elî Deham dayîka Esedê yeksalî û Lorîna 2 salî yê. Hevjinê Henan, Ehmed Casim Welebîd 9’ê Cotmehê li Serêkaniyê di bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê de şehîd bû. Henan ev 20 roj e li dibistanê bi zarokên xwe re dijî. Henan ji bo rewşa zarokên xwe dibejê:  “Çeteyan zarokên min bê bav hiştin. Çi gunehê van zarokan hebû ku ew qas êş bi ser wan de anîn? Dewleta Tirk a dagirker aramiya me xerab kir. Xwedê ji wan re nehelê ku axa me dagir kirin û malên me talan kirin. Ew ji bo avakirinê nehatin, ji bo talanê derbasî axa me bûn.”

(kc)

ANHA