Ragihandina rejîmê: Li dijî balafirgeha leşkerî ya Hemayê êrişa balafiran

Ragihandinên ser bi rejîma Sûriyê ve ragihandin ku, pergala parastinê ya rejîma Sûriyê êrişa balafirên bê mirov yên ji aliyê "komên terorîst"  ve li dora balafirgeha leşkerî ya Hemayê şikandin.

Ragihandina rejîmê: Li dijî balafirgeha leşkerî ya Hemayê êrişa balafiran
1 kanûn, 2019   20:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Dazgehên çapemeniyê yên girêdayî rejîma Sûriyê bi bîr xistin ku pargala parastina ya artêşa rejîmê vê êvarê êrişa balafirgehên bê mirov ên girêdayî "terorîstan" şikandin.

Lê agahiyên girêdayî deteyên êrişê heta niha nehatin bidestxistin. Ji aliyekî din ve çavkaniyên herêmî bibîr xistin ku dengê teqînekê li dora balafirgeha Hemayê hate bihîstin.

(şx)