Li Hesekê ji bo bîranîna şehîdan şevbuhêrka helbestan  

Li bajarê Hesekê bi beşarbûna bi dehan rewşenbîr û helbestvanan şevbuhêrka helbestan bi navê "Şehîd û Helbest" hate organîzekirin.

Li Hesekê ji bo bîranîna şehîdan şevbuhêrka helbestan  
Li Hesekê ji bo bîranîna şehîdan şevbuhêrka helbestan  
Li Hesekê ji bo bîranîna şehîdan şevbuhêrka helbestan  
Li Hesekê ji bo bîranîna şehîdan şevbuhêrka helbestan  
Li Hesekê ji bo bîranîna şehîdan şevbuhêrka helbestan  
1 kanûn, 2019   17:31
HEESKÊ

Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ya şaxê Hesekê di bin navê "Şehîd û Helbest" de şevbuhêrkek helbestan li dar xist. Şevbuhêrk ji bo bîranîna şehîdan û piştevaniya QSD‘ê li xwaringeha Lewend a taxa Til Hecer hate lidarxistin. Bi dehan rewşenbîrên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav de 11 helbestvanên di şevbuhêrkê de amade bûn.

Helbestvanên tev li şevbuhêrkê bûn "Ehmed El-Huseyînî, Zekeriya Efrîn, Feyrûz Reşik, Luqman Ebdulrehman, Mihemed Bîco, Merwan Şêxo, Meryem Temir, Munîr Xelef, Henaa Dawud, Luqman Osman û Hozan Kergundî".

Her helbestvanekî 3 helbest xwedin, pirniya helbestan girêdayî şehîdan û berxwedana şervanan û şêniyan her wiha bandora neyinî ya şer li gelê Sûriyê xwendin.

ANHA