Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo jinên li Reqayê çalakiyek organîze kir

Bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan Buroya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi slogan "Dagirkerî tundî ye, bi rihê berxwedana Hevrîn Xelef em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin" çalakiyek organîze kir.

Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo jinên li Reqayê çalakiyek organîze kir
Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo jinên li Reqayê çalakiyek organîze kir
Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo jinên li Reqayê çalakiyek organîze kir
Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo jinên li Reqayê çalakiyek organîze kir
Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo jinên li Reqayê çalakiyek organîze kir
1 kanûn, 2019   14:12
REQA

Çalakî li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Reqayê bi beşdariya bi dehan jin, nûnerên Partiya Sûriya Pêşerojê û endamên Meclisa Sivîl a Reqayê bi rê ve çû.

Piştî rêzgirtinê endama Partiya Sûriya Pêşerojê Muna Ehmed bal kişand ser rêbaz û cureyên tundiya ku li dijî jinan tê meşandin û bandora wan a erênî û neyînî li ser jinên di nava civakê de. Muna Ehmed îşaret bi binkirinên ku artêşa Tirk bi armanca derxistina nakokî û metirsiyê pêk tînin kir û diyar kir ku ew ê şopdarên rêya şehîdan bin.

Muna Ehmed bal kişand ser girîngiya lidarxistina semînerên der barê tundiya li ser jinan de. Paşê der barê jiyana şehîd Hevrîn Xelef û jînenîgariya wê ya têkoşînê de sînevîzyonek hate nîşandan. Di dawiyê de çalakî bi staranên gelêrî bi dawî bû.

 (eh) 

ANHA