Alîkariyên bi koçberan re didome

Rêveberiya Kampa Waşokanî hewl dide beriya zivistanî kampê di hemû aliyan de amade bike. Heyva Sor a Kurd derman li nexweşên kampê belav kir.

Alîkariyên bi koçberan re didome
Alîkariyên bi koçberan re didome
Alîkariyên bi koçberan re didome
Alîkariyên bi koçberan re didome
Alîkariyên bi koçberan re didome
Alîkariyên bi koçberan re didome
Alîkariyên bi koçberan re didome
Alîkariyên bi koçberan re didome
Alîkariyên bi koçberan re didome
Alîkariyên bi koçberan re didome
1 kanûn, 2019   14:41
HESEKÊ

Di encamê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusrayê yên li dijî herêmên li ser sînor ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de zêdeyî 300 hezar kes hatin koçberkirin.

Li gorî raporên rêxistinên mirovî 478 sivîl di êrişan de hatin qetilkirin, hezazr û 70 birîndar bûn. Dîsa jî bi hezaran kesên hatin koçberkirin di dibistanan bajarê Hesekê de dimînin û 532 malbat ango 2 hezar û 560 kes li kampa Waşokanî ya bajarokê Tiwêna yê Hesekê hatin bicihkirin.

Rêveberiya kampê û Heyva Sor a Kurd hewl dide beriya zivistan were zemîna kampê amade bike û bin çadiran zift bike. Her wiha li derdora wê bilokan deyne da ku ava derbasî hundirê wêne nebe.

Niştecihên kampê xwestin sobe û alavên germkirinê li wan bên belavkirin. Rêveberiya kampê soz da ku dê di demeke nêzîk de pêwîstiyên wan bi cih bîne.

Derman li koçberan hate belavkirin

Li aliyekî din jî Rêxistina Heyva  Sor a Kurd di demekê de ku rêxistinên mirovî karê xwe li herêmê sekinandine derman li nexweşên li kampa Waşokanî belav kir.

Xebatkarê Heyva Sor a Kurd Ciwan Seîd ji ANHA‘yê re diyar kir ku wan derman li 60 nexweşî belav kirin.

Seîd destnîşan kir ku ew wekî Heyva Sor a Kurd dixebitin da ku pêwîstiyên nexweşên ku nexweşiyên domdar wekî şekir, tension û penceşêrê bi cih bînin.

ANHA