Rejîmê li Idlibê êrişeke dijber li dijî çeteyên dewleta Tirk pêk anî

Hêzên rejîmê êrişeke dijber li ser komên çete yên girêdayî dewleta Tirk li bejahiya başûrê Idlibê bi hedefa vegerandina herêmên ku duh ji dest dane, pêk anî.

Rejîmê li Idlibê êrişeke dijber li dijî çeteyên dewleta Tirk pêk anî
1 kanûn, 2019   08:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku şerê dijwar li bejahiya başûrê rojhilatê Idlibê di navbera komên çete yên girêdayî dewleta Tirk û hêzên rejîmê de pêk hat.

Li gorî navendê, hêzên rejîmê ji şevê din ve êrişek bi piştevaniya asîmanî ya balafirên Rûsyayê û topbarana bejahî ya dijwar da ku herêmên Ecaz, Seroc, Isteblat , Resim El-Werd  ku duh çeteyan serwer kirine, pêk anî.

Navendê zirarên mirovî yên ji ber êrişî belge kirin. Di encama êrişên şeva berê heta niha de, 12 ji hêzên rejîmê û 7 jî çete hatin kuştin.

Komên çete şeva din êrişeke dijwar li dijî nuqteyên hêzên rejîmê li başurê Idlibê bi armanca pêşdeçûna li herêmê, pêk anî.

Li herêmên qaşo bêçek di demên borî de şerê çûn û hatinê di navbera komên çete yên girêdayî dewleta Tirk û hêzên rejîmê de bi piştevaniya Rûsyayê, pêk hatin. Ew jî bi rasthatina gera nû ya bi navê komîteya destûrê. Komîte bi sedema nakokiyên di navbera şandeyên rejîmê û ya girêdayî Tirkiyê de bi bin ket.

(fr)