Hejmara koçberên li Kampa Waşokanî zêde dibe û rêxistin nabin alîkar

Hejmarek ji koçberên din gihîştin Kampa Waşokanî û bi vê yekê hejmara malbatên li kampê gihaşt 532’yan. Rêxistinên mirovî yên navneteweyî jî heta niha nebûne alîkar û destek ji koçberan re pêşkêş nekirine.

Hejmara koçberên li Kampa Waşokanî zêde dibe û rêxistin nabin alîkar
Hejmara koçberên li Kampa Waşokanî zêde dibe û rêxistin nabin alîkar
Hejmara koçberên li Kampa Waşokanî zêde dibe û rêxistin nabin alîkar
1 kanûn, 2019   09:29
HESEKÊ

Ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 300 hezar kes ji herêmên nêzî sînor koçber bûn û çûn herêmên ku QSD parastina wan dike. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlan komkujî pêk anîn û li herêmê çekên qedexekirî bi kar anîn.

Raporên rêxistinên mirovî diyar kir ku 478 sivîl hatine qetilkirin û hezar û 70 kesên din jî birîndar bûne. Niha jî nêzî hezar koçber li dibistanên ku li bajarê Hesekê ji wan re hatine veqetandin û li Kampa Waşokanî ya ku 12 km dikeve rojavayê bajarê Hesekê, bi cih bûne. Rêveberiya Xweser berî niha Kampa Waşokanî ji bo koçberên ji Serêkaniyê vekir.

Di vê çarçoveyê de 58 malbat û 365 kesên din ên ji herêmên Serêkaniyê û Zirganê gihîştin kampê, bi vê yekê re hejmara koçberên li kampê bi cih bûne, gihaşt 532 malbatî anku 2 hezar û 560 kesî.

Heyva Sor a Kurd li gorî derfetên xwe derman dan koçberên nû hatine kampê.

Hejmara koçberên li kampê bi cih bûne, zêde bûye û rêxistinên têkildar ji pêwîstiyên koçberan re nabin bersiv. Tenê Heyva Sor a Kurd û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê alîkariyê didin koçberan.

(eh)

ANHA