Koçberên Girê Spî: Em naxwazin vegerin herêmên ku çete lê hukim dikin

Koçberên bajarê Girê Spî tekez kirin, ji ber hebûna çeteyan li bajêrê xwe venagerin û gotin: “Çete li wê derê kiryarên xirap dikin, bi hincetên cûda dest danîne ser malên me, dixwazin demografiya herêmê biguherin.`` Koçberan bang li civaka navdewletî kirin ji vegera wan a ser mal û milkên xwe re aramiyê misoger bikin.

Koçberên Girê Spî: Em naxwazin vegerin herêmên ku çete lê hukim dikin
Koçberên Girê Spî: Em naxwazin vegerin herêmên ku çete lê hukim dikin
Koçberên Girê Spî: Em naxwazin vegerin herêmên ku çete lê hukim dikin
29 mijdar, 2019   05:35
EYN ÎSA

Meclîsa Kantona Girê Spî da zanîn, zêdeyî 5 hezar û 400 malbat ji kantonê koçber bûn û berê xwe dane bajarê Reqa û gundewarên bakurê Reqayê, piraniya malbatan berê xwe dane kampa Girê Spî ya gundê Til Semin a bakurê Reqayê, ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye avakirin.

Ji ber kiryarên derexlaqî û binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk a dagirker der heqê şêniyan de, piraniya şêniyên Girê Spî ji bajêr û gundewarên wê koçber bûn. Li wan herêman ne aramî heye û madeyên xwarinê û pêdiviyên jiyanî kêmin û buhane.

Mihemed El-Mehmûd ku yek ji koçberên bajarê Girê Spî ye got: ``Ew ji ber ne aramiya li bajêr berê xwe daye kampa Girê Spî, piştî bajar ji aliyê çeteyên dagirkeriya Tirk ve hate dagirkirin ewlehî li bajêr nemaye.``

El-Mehmûd di berdewama axaftina xwe de, ji ANHA`yê re got:``Pirsgirkeke mezin li bajrê derketiye ew jî buhabûna zêde ya madeyên xwarinê ye, di bajêr de tenê çend dûkanên bazirganiyê mane.``

Her wiha tekez kir ku ew venagere bajêr, çete li wê derê tenê diziyê û revandina xelkê dikin û got:``Şênî li ser jiyana xwe bi tirsin, çete şêniyan direvîn in û xeracan li ser wan ferz dikin, zêde teqînan li dijî sivîlan dikin da ku koçber bibin.``

Koçbera bi navê Bedriye El-Omer jî diyar kir ku piştî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Girê Spî topbarankirina malên bi ewle, tu mal tuneye ew here lê bi cih bibe lewma berê xwe da kampa Girê Spî.

Bedriye da xuyakirin ku çete dest datînin ser malên Kurdan û aramî û ewlehî li bajêr nemaye, ji ber wê ew naxwazin vegerin malên xwe. 

Mihemed El-Mehmûd û Bedriye Omer bang li civaka navdewletî kirin , fişarê li dewleta Tirk bikin da ku dawî li dagirkeriyê bîne, û vegera bi ewele ya şêniyan misoger bikin.

Meclîsa Kantona Girê Spî bi hevkariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo bichkirina koçberan kampa Girê Spî ava kir. Kamp li gundê Til Semin ya gundewarên bakurê bajarê Reqayê hatiye avakirin.

(rr)

ANHA