Mele Newaf: Divê partiyên Kurd bi lez kongreya netewî lidar bixin

Endamê Yekitiya Rewşenbîran ê şaxê Amûdê Beşîr Mele Newaf pesna însiyatîfa rewşenbîr û hunermendên Kurd ên li Ewropayê ji bo yekrêziya refa Kurd da û bang li partiyên siyasî yên Kurd kir ku berjewendiyên xwe yên kesayetî û partiyetî deynin aliyekê û bi lez kongreya neteweyî ya Kurdistanê li dar bixin.

Mele Newaf: Divê partiyên Kurd bi lez kongreya netewî lidar bixin
29 mijdar, 2019   05:20
QAMIŞLO-SILAVA EBDULREHMAN –BESÊL REŞÎD

Hunermend û rewşenbîrên Kurd ên bajarê Almanya Kolenê însiyatîfa destekdayîna kedên ku lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê armanc dikin ragihandin. Ev însiyatîf di dema ku Tirkiyê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike tê. Tirkiyê bi êrişên xwe qirkirina gelê Kurd, koçberkirina wî ji axa wî û guhertina demografiya herêmê armanc dike.

Rewşenbîr û hunermendên Rojava însiyatîf bi erênî nirxandin ji ber ku di radeya yekemîn de yekrêziya refa kurd li hember êrişên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya parçeyên Kurdistanê armanc dike.

Beşîr Mele Newaf endamê Yekitiya Rewşenbîran şaxê Amûdê ye, kedên rewşenbîr, nivîskar û hunermendên Kurd li Ewropayê ji bo yekrêziya refa kurd silav kir û got: "Di dirêjahiya 8 salên şer de li Sûriyê û piştî tunekirina DAIŞ`ê, em dibînin ku komployek mezin li dijî Kurdan tê plankirin. Li gorî baweriya min, ji şerên cîhanê ya duyemîn ve û heya roja me ya îro, tu şer yan jî lihevkirin mîna li ser Kurdan hatine plankirin pêk nehatine. Êrişên Tirkiyê û hewldana wê ji bo qirkirina hebûna gelê Kurd, li gorî lihevkirinên navdewletî di serî de Rûsya û Amerîka pêk hatin."

Newaf teqez kir ku li hember van komployên ku hebûna gelê Kurd dike hedef, pêwîst e yekrêziya refa Kurd ava bibe. Newaf bang li tevahiya gelê Kurd kir ku li dora însiyatîfa rewşenbîr û hunermendên Kurd kom bibin ji bo ku rê li pêşiya komkujî û binpêkirinên der heqê gelê Kurd de li tevahiya Kurdistanê tê kirin bigirin.

Di dawiyê de Newaf teqez kir ku pêwîst e hêz û partiyên siyasî yên Kurd bi lez kongreya neteweyî ya Kurdistanê li dar bixin. Berjewendiyên xwe yên kesayetî û partiyetî deynin aliyekê û berjewendiya kurdî bidin pêş. Ji bo ku gelê xwe ji qirkirin, koçberî û guhertina demografîk xilas bikin. Proje û palnên ku li hember yekitiya gelê kurd dibin asteng bi rêya lidarxistina kongreya di zûtirîn dem de têk bibin.

(şx)

ANHA