ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29. 11. 2019‘AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29. 11. 2019‘AN
29 mijdar, 2019   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Meclisa Rûspiyên Kantona Kobanê bi amadebûna nûnerên meclisên rûspiyên Minbic, Tebqa, Reqa û Girê Spî civînekê li hola Komîteya Lihevanînê ya bajarê Kobanê li dar dixe, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Xwendekarên kantona Şehbayê topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dibistanên navçeya Til Rifat şermezar kirin û banga rawestandina topbaranê kirin ji bo ku xwendina xwe temam bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên bajarê Girê Spî tekez kirin, ji ber hebûna çeteyan li bajêrê xwe venagerin û gotin: “Çete li wê derê kiryarên xirap dikin, bi hincetên cûda dest danîne ser malên me, dixwazin demografiya herêmê biguherin.`` Koçberan bang li civaka navdewletî kirin ji vegera wan a ser mal û milkên xwe re aramiyê misoger bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji bo kar diçe Tirkiyê lê zarokê wî jê distînin, digirin û ji Tirkiyê diqewînin. Tevî wê jî li Efrînê ber bi Şehbayê ve direve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Piştî êrişa dewleta Tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya 9’ê Cotmehê, navê “Artêşa Wetenî” ya Sûriyê derket pêşber. Ev artêş a kê ye, bi kê ve girêdayî ye û kî bi rê ve dibe? Gelo rast ev ‘nîştimanî’ ye yan ‘tirkî’ ye û çi ji gelê Sûriyê kir? (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Endamê Yekitiya Rewşenbîran ê şaxê Amûdê Beşîr Mele Newaf pesna însiyatîfa rewşenbîr û hunermendên Kurd ên li Ewropayê ji bo yekrêziya refa Kurd da û bang li partiyên siyasî yên Kurd kir ku berjewendiyên xwe yên kesayetî û partiyetî deynin aliyekê û bi lez kongreya neteweyî ya Kurdistanê li dar bixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx û rûspiyên êlên Ereb ên Reqayê li hemberî dagirkeriya Tirk nerazîbûn nîşan dan û dagirkirina tavahiya Sûriyê di bin her navekî de be red dikin. Her wiha sekna ciwanên êlên Ereban li kêleka QSD`ê tekez kirin ku di her şerekî rizgarkirina erdnîgariya Sûriyê de be dê li gel wê bisekin in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA