Pêşketinên dawîn li Eyn Îsayê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin navçeya Eyn Îsa ji aliyên bakur û rojava ve dorpêç bikin.

Pêşketinên dawîn li Eyn Îsayê
Pêşketinên dawîn li Eyn Îsayê
Pêşketinên dawîn li Eyn Îsayê
Pêşketinên dawîn li Eyn Îsayê
Pêşketinên dawîn li Eyn Îsayê
28 mijdar, 2019   07:39
EYN ÎSA- ŞERVÎN MUSTEFA- IBRAHÎM EHMED

Girîngiya navçeya Eyn Îsa ji ber cihê wê yê stratejîk e. Eyn Îsa dikeve navbera herêmên Cizîr û Firatê, her wiha bajarên Reqa, Tebqa û Dêrazorê de û rêya navneteweyî – korîdora di navbera Hesekê-Helebê tê re derbas dibe. Ji ber vê yekê dagirkeriya dewleta Tirk hewl dide ku dagir bike yan jî rêya navdewletî ku tê re derbas dibe, qut bike.

Navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî û tê de ji her du pêkhateyên Kurd û Ereb dimînin, 45 km dûrî sînorê Tirkiye-Sûriyê ye.  

Piştî ku gundê Şergirak û depoyên wê ku 15 km li bakurê navçeyê dikevin dagir kirin, dewleta Tirk êrişên xwe li derdora navçeyê ji her du aliyên bakur û rojava ve berdewam dike.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li gundên Metamîh, Tîne, Zêbe û El-Defî li bakurê rojavayê navçeya Eyn Îsayê bi cih dibin, ji bo ji aliyê başûr de navçeyê dorpêç bikin, di 23`yê Mijdarê de êrişî gundên Seyda û Mielek ên bakurê kampa Eyn Îsayê kir. Bi vî rengî navçeyê ji aliyên bakur û rojava de dikin dorpêçê.  

Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk tevî hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên rêjîma Sûriyê, êrişên çeteyan têk birin û 6 km dûrî navçeyê xistin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hêzên leşkerî li derdora gundên Xalidiyê û Dibis li rojavayê navçeyê bi cih kirin. Balafirên keşfê jî  bê navber li asîmanê herêmê digerin.

ANHA