Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Til Rifatê topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Til Rifatê bi hawin û çekên giran topbaran dike.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Til Rifatê topbaran dikin
27 mijdar, 2019   18:16
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ û El-Nusra yên ku li Mari û Ezazê bi cih bûne vê êvarê dîsa navçeya Til Rifatê ya kantona Şehbayê bi çekên giran û hawinan topbaran kirin. Gelek top li bajêr ketin. Heta niha ziyan tenê madî ne. Her wiha gundên Herbel û Şêx Îsa rastî topbaranê hatin. Topbaran hîna berdewam e.

(şx)

ANHA