`Em axa xwe bernadin û em ê li hember êrişên Tirkiyê li rex şervanên xwe bisekinin`

Şêniyên bajarê Qamişlo û navçeya Amûdê pêwîstiya piştgiriya şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk ên ku li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker li berxwe didin, teqez kirin û gotin: “Em axa xwe bernadin û em ê li hember êrişên Tirkiyê bisekinin.”

`Em axa xwe bernadin û em ê li hember êrişên Tirkiyê li rex şervanên xwe bisekinin`
27 mijdar, 2019   16:08
QAMIŞLO

Îro bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê li dijî êrişa Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşiyan. Şêniyên bajarê Qamişlo û navçeya Amûde diyar kirin ku ew êrişên Tirkiyê yên domdar li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin û hevgirtina tevahiya pêkhateyan û yekrêziyê teqez kirin.

Şêniya bi navê Fêroze Mihemed ji bajarê Qamişloyê got: “Artêşa Tirk a dagirker zalim, êrişker û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikuje. Lê Fêroze pirs kir gelo rêxistinên mafên mirovan li ku derê ne? Çima heta niha bê deng in?”

Fêraoze wiha domand: "Madem em zindî ne em axa xwe bernadin, em ê li hember dagirkeriyê heya nefesa dawîn bi sekinin."

Şêniyên bi navê Siûd Ferhan ê ji navçeya Amûde êrişên artêşa Tirk a dagirker şermezar kirin û got: "Divê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê li dora Kurdên Rojava kom bibin." Her wiha bang li tevahiya ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku çek rakin ji bo ku êrişên Tirkiyê bişkînin.

Ferhan bang li dewletên ewrupî û Koalîsyona Navneteweyî kir ku helwestek diyar li hemberî êrişên Tirkiyê nîşan bidin û got: "Tevî lihevkirinan lê dîsa êrişên Tirkiyê berdewam in."

Şêniya bi navê Edûle Mihemed a ji navçeya Amûde got: “Dewleta Tirk nikare kurdan û vîna wan bişkîne. Kirinên Erdogan li dijî gelê Kurd kirinên Sedam Hisên tînin bîra mirov. Çaranûsa wê dê mîna ya Sedam be.”

Edûle wiha domand: "Em pişta xwe nadin tu kesî. Madem Hêzên Sûriye Demokratîk, YPG û YPJ`ê me diparêzin, em ji kesekî natirsin. Ji ber ku em teqez in ku ciwanên me wê her kesê hewl dide ewlehiya me têk bibe, tune bikin."

(şx)

ANH