Bi hezaran şêniyên Helebê salvegera damezrandina PKK`ê pîroz kirin

Bi hezaran şêniyên bajarê Helebê salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), pîroz kirin. Şêniyan tekez kirin sala bihê dê sala serkeftina li hemberî faşîzmê be û sala pêkanîna mafê çarenivîsê be.

Bi hezaran şêniyên Helebê salvegera damezrandina PKK`ê pîroz kirin
Bi hezaran şêniyên Helebê salvegera damezrandina PKK`ê pîroz kirin
Bi hezaran şêniyên Helebê salvegera damezrandina PKK`ê pîroz kirin
Bi hezaran şêniyên Helebê salvegera damezrandina PKK`ê pîroz kirin
Bi hezaran şêniyên Helebê salvegera damezrandina PKK`ê pîroz kirin
Bi hezaran şêniyên Helebê salvegera damezrandina PKK`ê pîroz kirin
27 mijdar, 2019   16:06
HELEB

Bi helkefta 42`yemîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), şêniyên bajarê Helebê li salona Efrîn a herêma Şiqeyên ya Helebê şahiyek li dar xistin û ev roj pîroz kirin. Salona şahiyê bi wêneyên Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê, al û sembolên Kurdî hatibû xemilandin.

Di çarçoveya şahiyê de, ji aliyê Koma Agirî û koma Hawar ve tabloyên hunerî û strên şoreşgerî hatin pêşkêşkirin, her wiha beşdarên şahiyê siloganên silavkirina berxwedana Gerîla li çiyayên Kurdistanê, Berxwedana Rûmetê û Berxwedana Serdemê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk, berz digotin.

Şahî bi govendên şêniyan li ber awaz û stranên şoreşgerî bi dawî bû.

(rr)

ANHA