Werzîşvanên Minbicê li dijî dagirkeriyê meşiyan

Yekitiya Werzîşê ya Minbicê û gundewarê wê ji bo şermezarkirina êrişên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek orgenîze kir. Bi sedan şêniyên Minbicê tev li meşê bûn.

Werzîşvanên Minbicê li dijî dagirkeriyê meşiyan
Werzîşvanên Minbicê li dijî dagirkeriyê meşiyan
Werzîşvanên Minbicê li dijî dagirkeriyê meşiyan
Werzîşvanên Minbicê li dijî dagirkeriyê meşiyan
Werzîşvanên Minbicê li dijî dagirkeriyê meşiyan
Werzîşvanên Minbicê li dijî dagirkeriyê meşiyan
27 mijdar, 2019   15:59
MINBIC

Meş li ber nexweşxaneya Firatê li rojavayê bajêr destpê kir û li stada beledî li navenda bajêr bi dawî bû. meşvanan pankartên bi nivîsên `Bi hêza werzîşvanan em ê bi serkeftin û bi giyana werzîşî em ê faşîzma osmanî bişkînin` û `Bi giyana Şehîd Can Fîda em heya serketinê tê bikoşin` hildan.

Meş li stada beledî rawestî û veguherî mitîngê, mitîng bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. piştre endamê rêveber ê Yekitiya Werzîşê ya Minbicê û gundewarê wê Zawer Yamzûq daxuyanî bi navê yekîtiyê xwend.

Daxuyanî wiha ye:

`Li gel zêdegaviyên Tirkiyê û çeteyên DAIŞ, El-Nusra û Mertala Firatê li ser axa me Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina her du bajaran Girê Spî  û Serêkaniyê dagir kirin. Em vê êrişê red dikin.

Bi navê tevahiya werzîşvanan bi çalakiya xwe em ji cîhanê re diyar dikin ku em yek in û wek werzîşvan em piştgiriya xwe bi hêzên leşkerî, Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê re radighînin û heta qewirandina terorîstê dawî em bi wan re ne.`

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Rûmetê û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(şx)

ANHA