Detayên biryara Rêveberiya Xweser a zêdekirina mûçeyan

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro biryara zêdekirina mûçeyên karkerên xwe û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi rêjeya heta ji sedî 35 ji eslî mûçeya diyarkirî, weşand.

Detayên biryara Rêveberiya Xweser a zêdekirina mûçeyan
27 mijdar, 2019   15:55

Biryara zêdekirina mûçeyan di lidarixistina Desteya Serokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya civînekê de, hat standin.

Neveroka biryarê wiha ye:

Der barê rewşa aborî ya bêserûber de, her wiha jî zêdebûna biha, dijwarbûna rewşên jiyanê û bi sedema nearambûna bihaya bodcekirina dolar û rewşên şerê yên ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferzkirî de, mûçe hat zêdekirin.

Der heqê erka Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya pêşxistina rewşa jiyanî ya karkerên xwe û li ser civîna Desteya Serokatî ya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya 27.11.2019’a, biryara zêdekirina mûçeyên karker û Hêzên Ewlekariya Hundirîn wiha ye:

-Çîna ku 80 hezar û kêmî wê distîne, ji sedî 35 li ser mûçeyê zêde bûye.

-Çîna ku 81 hezar heta 100 hezar distîne, ji sedî 25 li ser mûçeyê zêde bûye.

-Çîna ku ji 101 hezarî û jotir de distîne, ji sedî 15 li ser mûçeyê zêde bûye.

Ev biryar ji dema 01.11.2019’an de di pêkanînê de ye.

(fr)

ANHA