Yekitiya Hilberîneran alîkariya koçberên ji Efrînê kir

Yekitiya Hilberîneran a şaxê Helebê ya li taxa Şêxmeqsûdê bi armanca destekdayîna şêniyên Efrînê yên ku li kampên Şehbayê dimînin, 7 hezar û 500 taximên cilên demsala zivistanê belav kirin. 

Yekitiya Hilberîneran alîkariya koçberên ji Efrînê kir
27 mijdar, 2019   12:59
HELEB

Yekitiya Hilberîneran a şaxê Helebê cara duyemîn e ku alîkariya şêniyên bi darê zorê ji Efrînê derketine, dike.

Hevserokatiya Yekitiyê spasiya kesên alîkarî pêşkêş kirine, kir û bang li rêxistinên navdewletî kir ku alîkariya şêniyên Efrînê bikin.

Tê zanîn ku Yekitiya Hilberîneran a şaxê Helebê bi slogan "Ez bi qelema xwe bi ser dikevim" di 16’ê Îlona 2019`an de piştî alîkarî ji hilberînerên di komxebata  taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê de kom kirin, kel û pelên dibistanê li xwendekarên qonaxa seretayî yên li kampa Şehbayê belav kirin.

(eh)

ANHA