Şêniyên Efrînê sersaxî da malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîdên Berxwedana Rûmetê û sersaxî ji malbatên wan re xwest.

Şêniyên Efrînê sersaxî da malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê
Şêniyên Efrînê sersaxî da malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê
Şêniyên Efrînê sersaxî da malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê
Şêniyên Efrînê sersaxî da malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê
Şêniyên Efrînê sersaxî da malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê
27 mijdar, 2019   13:01
ŞEHBA

Konê sersaxiyê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve li pêşiya navenda wan li gundê Til Qirah ê girêdayî navçeya Ehdas a kantona Şehbayê hat vedan.

Navên şehîdan wiha ne: Reşîd Mûsa (Xabûr Hawar), Bêrîvan Hisên (Şayan Sebrî) û Şîlan Hedad (Binefş Cûdî).

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Xelîl Îso, bi navê Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê Mihemed Hisên û bi navê Kongreya Star jî Emel Nebû axivîn. Axaftvanan fedakariyên şehîdan ên di oxira jiyaneke azad û birûmet de, destnîşan kirin. 

Axaftvanan her wiha tekez kir ku ew ê ji dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê re serî netewînin û berxwedana xwe berdewem bikin.

Piştre wesîqetên şehîdan ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Avdar Mihemed ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Merasîm bi sloganên silavkirina berxwedanê û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA