Li herêmên dagirkirî yên Sûriyê bazirganiya endamên laşên mirovan

Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Mihemed El-Neyîmî îşaret bi bazirganiya laşên mirovan a li Girê Spî a bi destê çeteyên dewleta Tirk kir û diyar kir ku bazirganiya endamên laşên mirovan sûcekî li ser asta zagonên neteweyî ye, her wiha di aliyê zagonên navneteweyî ve dikeve lîsteya sûcên şer, ji ber vê yekê yên ku van sûcan pêk bînin li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (UCM) tên darizandin.

Li herêmên dagirkirî yên Sûriyê bazirganiya endamên laşên mirovan
Li herêmên dagirkirî yên Sûriyê bazirganiya endamên laşên mirovan
27 mijdar, 2019   08:22
QAMIŞLO – SILAVA EBDILREHMAN – BASIL REŞÎD

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), gumanên li herêma Girê Spî têkildarî bazirganiya çeteyên artêşa Tirk a dagirker û bi taybet çeteyên ji Cebhe El-Şemiyê û Ehrar El-Şerqiyê ya bi endamên (organ) laşên mirovan li herêmên ku herî dawî dewleta Tirk dagir kirine, diyar kirin. Li nexweşxaneyên Tirkiyê bi cenazayan dilîzin.

Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Mihemed Emîn El-Neyîmî destnîşan kir ku binpêkirin û kiryarên ku dewleta Tirk a dagirker ji destpêka êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve pêk tîne, hemû texmînên mirovan û her şopdarekî rewşa mirovî derbas kirin, ji êrişan û heta dagirkeriyê û sûcên şer li dijî mirovahiyê, binpêkirina hemû qanûnên navneteweyî li ser asta dadgehên navneteweyî, daneyên cîhanî yên mafên mirovan û rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) di warê peymanên navneteweyî de.

El-Neyîmî wiha axivî: "Dagirkeriya Tirkiyê sûcên qirêjî der heqê sivîlan û mal û milkên taybet û giştî de pêk anîn. Her roj sûc zêde dibin ku qanûnên navneteweyî nikarin wê diyar bikin, ji ber ku her tim dubare dibin û li ser asta qanûnên navneteweyî pêk tên.”

El-Neyîmî diyar kir ku rewşa dramatîk ku sûc û komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û komên çete ve pêk tên, hemû rêxistin û şopdar û her tiştî bi kar û barên giştî re têkildar e û li ser asta herêmî û cîhanî bi taybet nikarin rewşê şîrove bikin ku gelek sûcan pêk tînin û dizîna endamên laşên mirovan pêk tînin û wiha got: "Bazirganiya bi endamên laşên mirovan sûcekî ku li ser asta zagonên neteweyî tê şermezarkirin, her wiha di aliyê zagonên navneteweyî ve dikeve lîsteya sûcên şer. Ji ber vê yekê yên ku van sûcan pêk bînin li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (UCM) ya Laheyê li gorî sîstema Romayê tên darizandin."

Her wiha El-Neyîmî destnîşan kir ku yên ku sûcên bazirganiya endamên mirovan pêk tînin, ji UCM’ê tê derbaskirin, berpirsyarî û dairzandin rasterast li ser milê Meclisa Ewlehiyê dikeve, pir girîng e ku tedbîrên pêwîst ji sûcdaran re pêk bînin.

El-Neyîmî da xuyakirin ku ne darizandina sûcdarên bazirganiya endamên laşên mirovan, bêhêzbûna sîstema cîhanê û bêhêzbûna rêxistinên navneteweyî der barê wê yekê de dide diyarkirin, her wiha bêdengiya navneteweyî bi dewleta Tirk re nîşan dide.

Mihemed Emîn El-Neyîmî bang li hemû aliyên peywendîdar ên qanûnên navneteweyî mafnas û mirovî kir ku bi erka xwe rabin û daxwaza destwerdana lezgîn ji bo rawestandina van binpêkirinên Tirkiyê, her wiha vegerandina hemû şêniyên ku neçar man ji herêmên xwe derkevin û nehêlin guhertina demografiya herêmê pêk were. El-Neyîmî got: "Ji ber ew yek jî sûcek ji sûcên şer e, sûcekî nêzî sûcên dizîna endamên laşên mirovan."

Tê destnîşankirin ku heman sînaryo li Efrînê ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, pêk tê.

(jo)

ANHA