Siyasetmedarên Kurd: Parastina doza Kurd bi yekitiyê pêkan e

Nûnerên partiyên kurdî yên Helebê diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide gelê Kurd qir bike û bang li hêzên kurdî kirin kongreya neteweyî li dar bixin da ku ji êrişên Tirkiyê û çeteyên wê re bibe bersiv.

Siyasetmedarên Kurd: Parastina doza Kurd bi yekitiyê pêkan e
27 mijdar, 2019   07:14
HELEB- ARIF SILÊMAN

Der barê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞ û Cebhet El-Nusra yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, nûnerên partiyên kurdî yên bajarê Helebê ji ANHA‘yê re axivîn. Nûnerên partiyan girîngiya yekitiya kurdî ya li hemberî êrişan destnîşan kirin.

Endamê Komîteya Têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekitî) Mihemed Heyder got dewleta Tirk dixwaze bi rêya komên çete ji nû ve dewleta Osmanî  zindî bike , desthilatdariya xwe di hundirê xaka Sûriyê de berfireh bike û gelê Kurd bi  taybet biçewesîne û wiha pê de çû: “Tirkiye li her çar parçeyên Kurdistanê dijberiya gelê Kurd dike û li dijî gelê Kurd hemû şêwazên binpêkirinê pêk anîne, wek kuştin û koçberkirinê û her wekî din.”

Heyder got: “Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, destwerdanên derve li Sûriyê, Sûriyê û gelê wê ve herifandiye, ji ber ku kes nexwaze aloziya li Sûriyê were çareserkirin, di serî de dewleta Tirk. Lewma jî dê alozî berdewam bike, armanca dewleta Tirk hemû herêmên Kurdan dagir bike. Efrîn dagir kir, Serêkaniyê û Girê Spî jî dagir kirin, ev dagirkerî dê dewam bike da ku destkeftiyên gelê Kurd ên bi saya fedakariya gel hatine pêkanîn, ji nav bibe.”

Heyder wiha domand: “Divê hemû partiyên Kurdan bibin yek, YPG`ê û YPJ`ê bi berxwedana xwe ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê li Sûriyê hebûna xwe ji cîhanê re îsbat kir, lê di vê qonaxa hesas de divê partiyên Kurd li hemberî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê bibin yek ref.”

Her wiha bang li partiyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê kir ku bicivin û kongreya nîştimanî ya Kurdistanê li dar bixin û got: “Da ku em di Rojhilata Navîn de bibin hêzeke siyasî dive em yekitiya xwe çêkin.”

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Îsa Mistefa jî wiha axivî: “Tekane rêya çareseriyê ji bo parastina gelê Kurd, parastina çanda wê û parastina doza Kurd û lidarxistina kongreya nîştimanî ya Kurdistanê ye, çimku gelê Kurd di vê qonaxê de rastî qirkirinê tê.”

Mistefa wiha domand: “Ji bo me yekitiya refên Kurd erkeke dîrokî ye, ev êrîş ne partiyekî bi tenê armanc dike, lê belê hemû partiyên Kurd dike armanc. Ji me tê xwestin em kongreya nîştimanî ya Kurdistanê li dar bixin da ku çareserî ji pirsgirêkên gelê Kurd re bên danîn, em ê ji aliyê siyasî, leşkerî û dîplomatîk ve li hemberî dijminên xwe bi hêz bin, yekitiya me, rizgarkirina gelê me ji dagirkeriyê ye.”

ANHA