Hewcedariya koçberên ji Girê Spî bi alîkariyê heye

Meclisa Kantona Girê Spî ya dagirkirî, şêniyên ku ji ber êrişên artêşa Tirk ji malên xwe derketine, li kampa li bakurê bejahiya Reqayê bi cih dike lê rêxistinên navneteweyî alîkariya koçberan nakin.

Hewcedariya koçberên ji Girê Spî bi alîkariyê heye
Hewcedariya koçberên ji Girê Spî bi alîkariyê heye
Hewcedariya koçberên ji Girê Spî bi alîkariyê heye
27 mijdar, 2019   08:34
EYN ÎSA

Ji ber êrişên artêşa Tirk ên di 9’ê Cotmehê de şênî ji mal û warên xwe derketin, ji ber vê yekê Meclisa Kantona Girê Spî bi hevkariya Rêveberiya Xweser û Meclisa Sivîl a Reqayê kampek ji koçberan re ava kir.

Kampa koçberan li Girê Spî anku nêzî gundê Til Semin ê bakurê bejahiya bajarê Reqayê ye û di 22’ê Mijdarê de fermî hate vekirin.

Meclisa Kantona Girê Spî di halê hazir de 100 kon danîne û heta gava destpêkê bi dawî bibe dê kamp ji 500 konî pêk were.Tê pêşbînkirin ku Rêveberiya Xweser di qonaxa duyemîn de 500 konên din deyne.

Meclisa Kantonê bi hevkariya Meclisa Sivîl a Reqayê pêdiviyên pêwîst ji koçberan re bi cih kirin, ji wan kanalîzasyon, pêdiviyên demsala zivistanê, nivîn û alavên peydakirina avê. Her wiha rêveberiya kampê mitbexek ji bo ku xwarinê li koçberên kampê belav bike, vekiriye.

Tê zanîn ku tenê Meclisa Girê Spî, Meclisa Sivîl a Reqayê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê alîkariyê pêşkêşî koçberan dikin û rêxistinên mirovî destê alîkariyê dirêj nekirine.

Di vê derbarê de hevseroka kampa koçberên Girê Spî Fadiya Şerîf axivî û got li kampê ji 15 heta 20 malbat hene û ji ber Rêveberiya Xweser derfetên xwe kampê ava kirine, hejmara malbatan zêdeyî karîna wan e.

Fadiya bang li rêxistinên navdewletî kir ku alîkariya koçberên ji Girê Spî bikin, nexasim ku niha li dibistan û avahiyên kêrnehatî bi cih bûne.

Meclisa Kantona Girê Spî diyar kir ku serjimara koçberên ji bajarê Girê Spî û bejahiya bajarê Reqayê û bakurê gundewarên wê 27 hezar û 295 e û ji 5 hezar û 459 malbatî pêk tên, di heman demê de hin malbat li bajarên Sirîn, Kobanê, Tebqayê û bajarên din bi cih bûne.

(eh)

ANHA