Danîş Botan: Hunermend dikarin bibin serkêşên yekitiyê

Hunermend Danîş Botan bal kişand ser însiyatîfa hunermend û rewşenbîrên Kurd da ku yekitiya refa kurdî ava bikin û piştrast kir ku hunermend dikarin refa gelê Kurd ava bikin.

Danîş Botan: Hunermend dikarin bibin serkêşên yekitiyê
27 mijdar, 2019   07:18
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR

Hunermend û rewşebîrên Kurd li bajarê Koln ê Almanyayê dest bi însiyatîfa piştevaniya keda ji bo lidarxistina kongreya nîştimanî ya Kurdistanê kir ku dewleta Tirk niha li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişan pêk tîne ku gelê Kurd hedef digire.

Armanca însiyatîfê danîna nexşerêya rûniştina tevahî hêzên Kurdistanê li ser maseyekê û avakirina lêvegereke kurdî ye.

Di vî warî de hunermend Danîş Botan bal kişand ser însiyatîfa hunermendên Kurd û got "Ev însiyatîf pîroz e" û diyar kir ku xewna hemû hunermend û Kurdan e.

Der barê rola hunermendên Kurd a di serkeftina vê însiyatîfê de Danîş Botan wiha anî ziman: "Huner, enerjiya şoreş û civakan e û rêbaza teşwîqkirina parastina xak û rûmetê ye. Huner exlaq û wijdanê civakê ye û destpêkirina vê însiyatîfê ji hêla hunermendan ve, nîşaneya hemû tiştên hatine bibîrxistin e.”

Danîş Botan bang li hunermendên Kurd ên di tevgerên hunerî û çandî de dixebitin kir ku refa xwe bikin yek û tevahî enerjiyên xwe bixin xizmeta gel û welatê xwe û da zanîn ku gelê Kurd di vê pêvajoyê de rastî êrişan tê ku ked û vîna wê hedef digire.

Botan daxwaz ji hunermendên kir ku piştgiriya şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin, piştevaniya têkoşîn û berxwedana wan li hember êrişên qirkirinê ku gelê Kurd hedef digire jî bikin û piştrast kir ku hunermend dikarin yekitiya xwe û yekitiya refa gelê Kurd pêk bînin.

Hunermend Danîş Botan di 1987’an de dest bi xebata hunerê kir û ji hêla rejîma Sûriyê ve di 1988’an de hat girtin û 3 salan di girtîgehê de ma. Ew jî ji ber hildana al û sembolên kurdî li ser baniya hin dibistanan bû. Piştre di 1994’an de tev li Koma Botan bû û heta niha jî tê de ye. Zêdetirî 300 stranên wî hene.

(fr)

ANHA