Bakurê Babê careke din tê bombebarankirin

Balafireke şer ên nenas careke din gundewarê bakurê Babê bombebaran kirin.

Bakurê Babê careke din tê bombebarankirin
26 mijdar, 2019   19:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecihî ji ANHA‘yê re diyar kirin ku balafirên şer ên nenas vê êvarê careke din gundewarên bakurê bajaê Babê bombebaran kirin.

Çavkaniyan ragihandin ku gundê Til Betal ê 8 km dikeve bakurê bajarê Babê hate bombebarab kirin û li ser bajarê Exterîn ê 32 km dikeve bakurê rojavayê bajarê Babê  balafirên şer digerin.

Şevê din jî balafirên şer ên nenas navendên çeteyên "Mertala Firatê" ên li başûrê bajarê Cerbalusê, bakurê bajarê Babê û bajarê Raîyê bombebaran kirin. Di encamê de hejmarek çete hatin kuştin.

ANHA