Dazgehên çapemeniyê: Komîteya destûrî nikarî civîna xwe li dar bixe

Çavkaniyek ji şaneya Rejîmê ve nêz teqez kir ku civînên komîteya destûrî yên ku îro li Cinevê li dar ketine bi serneketine piştî nakokiya li ser ajandeyên karê komîteyê.

Dazgehên çapemeniyê: Komîteya destûrî nikarî civîna xwe li dar bixe
25 mijdar, 2019   15:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Kanal Rûsya El-Yewm ji çavkaniyek ji şandeya rejîmê nêz e ragihand ku komîteya destûrî ya biçûk nikarî civîna xwe li dar bixe. Piştî ku nakokî li ser ajandeya kar derket, şandeya Rejîmê ji navenda NY`î derket.

Rejîma Sûriyê di daxuyaniyên şandeyê wî yê NY`î Beşar El-Ceferî de di civîna konseya ewlehiyê de roja înê, diyar kir ku civîn zû ne û got: "Ji ber dagirkirina Tirkiyê axa Sûriyê, qetlikirina gelê Sûriyê û koçberkirina wan bi armanca ku Erdogan terorîstên xwe di bin navê herêma ewle de ya ku wek axek dagirkirî tê hesibandin bi cih bike, şertên heyî ji bo karê komîteya destûrî ne guncew in."

Li gel lidarketina van civînan şer li bajarê Idlibê dijwar dibe, hêzên Rejîma Sûriyê bi desteka Rûsyayê êrişî bajêr dikin û pêş dikevin.

(şx)