Komîteya Têkiliyên Giştî bang li Amerîka û Rûsyayê kir: Dewleta Tirk a dagirker rawestînin

Komîteya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk li herêma Tebqayê bi daxuyaniyekê bang li Amerîka û Rûsyayê kir ku sozên xwe li hemberî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînin û dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ku li gorî tu peymanan tev nagerin, bisekinînin.

Komîteya Têkiliyên Giştî bang li Amerîka û Rûsyayê kir: Dewleta Tirk a dagirker rawestînin
25 mijdar, 2019   11:52
TEBQA

Daxuyanî li pêşiya navenda Rêveberiya Sivîl a Tabqayê, bi amadebûna endamên komîteyên rêveberiyê û hevserokatiya wê, ji aliyê hevserokê Komîteya Têkiliyên Giştî Teysîr El-Efat ve hat xwendin.

Di daxuaniyê de hat diyarkirin ku binpêkirinên dewleta Tirk ji zagonên navneteweyî re bi qirkirinên komî û qirkirina etnîk li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Her wiha komkujiyên ku dewleta dagirker di serdemên berê de li dijî gel û mezheban pêk anîne, hatin bibîrxistin.

Di daxuyaniyê de, hate gotin ku pêwîst e Amerîka û Rûsya yên ku bi Tirkiyê re peyman îmze kirine, der barê bûyerên li Sûriyê de, sûcên Tirkiyê bisekinînin.

Di daxuyaniyê de her wiha rewşa bi hezaran koçberan ku di nava bêdengiya rêxistinên navdewletî û sekinandina karê hinekan ji wan û veguherandina kampên koçberan ji qadên şer re li eraziya dimînin, hate bibîrxistin.

daxuaniyê bang li hemû rojnamevan û dezgehên çapemeniyê kir ku berê xwe bidin Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo ku keraseta ku di encama dagirkeriya dewleta Tirk de li herêmê çêbûye, bibînin û binpêkirinên wê belge bikin.

ANHA