Gera duyemîn a “komîteya destûrê” dest pê dike

“Komîteya destûrê” ya bi sponseriya Rûsya û dewleta Tirk, îro dest bi civînên Cinêvê yên gera xwe ya duyemîn dike.

Gera duyemîn a “komîteya destûrê” dest pê dike
25 mijdar, 2019   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Civînên komîteya destûrê dê îro ji nû ve li avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cinêvê dest pê bikin.

Tê payîn ku gera duyemîn a civînên komîteyê  li pêş çapemeniyê, wekî ya gera berê, girtî bên lidarxistin û dê heta hefteyekê bidomin.

Di 23’yê Îlona îsal de avakirina komîteya destûrê hat ragihandin. Ew jî ji ber lidarxistina peymanên ku di navbera qaşo dewletên garantor (Rûsya, Tirkiye û Îran) ya 16’ê heman mehê de, hat.

Mekanîzmaya avakirina vê komîteyê ji mehekê ve bê navber bi sedema nakokiyên her sê dewletan li ser kesayetên girêdayî wan û erkên vê komîteyê ku hê jî nehatine diyarkirin, tevlihev bû.

Nûnerê navneteweyî yê Sûriyê Geir Pedersen roja îna borî wiha got: "Dan û standinên Sûrî-Sûrî yên danîna destûra nû, der barê rêgezên destûrê de negihaştine tu encaman."

Pedersen li pêş Meclisa Ewlehî wiha piştrast kir: "Hê zû ye ku mirov der barê rêgezên destûrê de bibêje ku lihevkirin pêk hatiye. Her wiha jî tu lihevkirin der heqê dozekê de jî ku dê piştre dan û standin li ser naveroka destûra pêşerojê çêbe jî, çênebûne."

Ji aliyê xwe ve jî rejîma Sûriyê dîsa redkirina xwe der barê xebata vê komîteyê de bi rêya nûnerê xwe yê li NY’yê Beşar El-Caferî di rûniştina Meclisa Ewlehiyê ya ku înê pêk hatiye de, anî ziman û wiha got: "Tu rewşên guncaw nîn in ku xebata bi navê komîteya destûrê pêk bê. Ew jî bi sedema pêkanîna kiryarên rejîma Tirkiyê ya dagirkirina xaka Sûriyê, kuştina sivîlan û koçberkirina wan bi armanca komkirina terorîstên girêdayî Erdogan di bin perdeya qaşo herêma ewle de ku herêmeke dagir kiriye, pêk tê."

Komîte gera xwe ya nû di nava gurbûna asta şer li Idlibê de pêk tîne. Her wiha balafirên Rûsyayê ji çend rojan ve derbeyên dijwar li ser herêma qaşo bêçek pêk tînin.

(fr)