Îsraîl li dijî Îranê li herêmê tedbîran digire

Serokê wezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu got "Dijminatiya Îranê ya li dijî Îsraîlê li herêmê berdewam dike. Ji bo pêşîgirtina belavbûna hêza Îranê li herêmê, em tedbîrên pêwîst digirin."

Îsraîl li dijî Îranê li herêmê tedbîran digire
25 mijdar, 2019   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh, di dema gera ewlekariyê tevî wezîrê parastinê yê Îsraîlê ji herêma leşkerî ya bakur de, serokwezîrê Îsrailê Benyamin Netanyahu got ji bo pêşîgirtina xurtkirina hêza Îranê li herêmê û veguhastina çekan bi rêya bêjahî û asîmanî ji bo Sûriyê, welatê wan tedbîrên pêwîst digire. Netanyanhu tevgera Îranê li herêmê bi "dijminahî" û "li dijî Îsraîlê ye" bi nav kir.

Netanyahu got: "Îsrail bi hemû rêbazan hewl dide armancên Îranê asteng bike".

Her wiha tekez kir ku ew ê hewldanên Îranê yên veguherandina Iraq û Yemenê ji baregehên avêtina moşek û topan li dijî Îsraiîlê re, têk bibin.